Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
- polîtîka
- 19:43 28/4/2018
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya li Wanê de bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan da ku gotibû ‘Partiya kurdan tune ye’.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya li Wanê de bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan da ku gotibû ‘Partiya kurdan tune ye’.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di çarçoveya gera Serhedê de bi gelê Erdişê re li hev kom bûn. Buldan, diyar kir ku di serî de gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP û MHP’ê naxwazin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Bazîdê ji gel re axivî û got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê dê bandorê li ser dîroka Tirkiyeyê bike. Tu rûyê AKP’ê nîne ji kurdan deng bixwaze. Yên hatin ji we dengan jî xwestin, peykerê Ehmedê Xanî yê xerakirin nîşanî wan bidin.”
Hevserokên HDP û DBP’ê yên Dîlokê, diyar kirin ku dê hin zûtir demokrasî bê welat û gotin: “Hilbijartin ji bo gel fersendek mezine ku AKP’ê têk bibin. Em ji hilbijartinê re amadene.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de namzetê wan dikare ji tûra duyemîn re bimîne û got, "Destê me wê di tûra duyemîn de xurtir bibe.
Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dike. HDP ji bo bernameya dawî ya hilbijartinê diyar bike û serlêdanên bernamzetan, kom bûm.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, berî hilbijartina zordest di çarçoveya geşta herêmê de, dê sibe Rihayê ziyaret bike û hevdîtinan pêk bîne.
Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç anî ziman ku li gel hilbijartina zordest jî gelek bi lez refleks nîşan dan û li hemû navçeyên xwe komîsyonên hilbijartinê ava kirin û got: “Divê partiyên kurd jî di hilbijartinê de ferasetek bi ser siyasete re nîşan bidin û bi xetereya neteweyî tevbigerin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî hilbijartinê wiha got: “Ji ber em partiya Tirkiyeyê ne, em ê bi namzetê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Em ê bi nazmetên xurt bikevinê, ji ber ku bernameya me ya xurt heye. Ji bo em van bernameyan bixin meriyete, em ê hemû bi hev re bixebitin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku yên çarenûsa hilbijartina 24’ê Hezîranê aşkere bikin jin in û ji ber vê yekê pêdiviya Tirkiyeyê bi “tifaqek jinan” heye û dixwazin vê tifaqê ava bikin.
HDP biryar girt ku di her du tûrên hilbijartina zordest de bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Di encama nîqaşan de yê ku navê wî herî zêde derdikeve pêş Selahattîn Demîrtaş e. Piştî di 30’ê nîsanê de li Silîvrî danişîna Demîrtaş bê dîtin dê HDP jî li gorî vê yekê navê namzetê xwe zelal bike.
Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku AKP’ê bi biryara hilbijartina zordest re dest bi şerekê bêmaf kiriye û got: “Hûn bê minetin va ye qad li ber we ye.” Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş jî got ku tirsa wan mezin bûye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di konferansa pêk hat de bi ciwanên partiye re li hev kom bûn. Temellî, diyar kir ku nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 17 ji ciwanan pêk tê û got: “Lê ligel vê yekê jî ji sedî 1,5 budçe ji bo ciwanan tê veqetandin. Em banga beşdarî siyasetê bibin li ciwanan dikin.”
15 wekilên CHP'ê tev li partiya ÎYÎ bûn.
Hevberdevka Meclîsa Giştî ya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê bi qasî heta hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî xwe bi rêxistin bikin. Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî, ji girtîgehê name şand û got: “Taliya talî em dê bikenin"