Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
- polîtîka
- 15:04 15/3/2023
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana Navenda Giştî ya HDP’ê.
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana Navenda Giştî ya HDP’ê.
HDP’ê bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê, serlêdaneke nû ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn kir.
MYK’a HDP’ê ku wê bi rojeva hilbijartinê bicive dê li ser pêşniyaza Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi lîsteyekî bikeve hilbijartinê nîqaş bike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku ew bi biryar in ku wê hilbijartinê bikin destpêka mîladek nû û got: “Em ê bi hev re bimeşin û teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê bi hev re biguherînin. Bila gumana kesî ji vê tune be.”
Serokê YSK’ê Ahmet Yener, aşkere kir ku destpêka xebatên hilbijartinê weke 18 adarê hatiye diyarkirin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin û wiha got: “Bikarin kê peyda bikin, ji bo tev li tifaqa xwe bikin serî lê didin.”
Parlamenterê HDP ‘ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz di civîna partiya xwe ya starta hilbijartinê de axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de desthilatê bişînin û got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rûmet vê desthilatdariye bişînin.”
YSK’ê lîsteya 36 partiyên siyasî ku mafê wan ê bikevin hilbijartinên giştî û serokkomariyê hene aşkere kirin.
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li Elbistanê axivî û got: “Wê ji niha şûn ve her kes di malên li ber erdhejê li ber xwe bidin û biewle de rûnê.”
HDP’a li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi hashtaga #EmAmadeNe ragihand ku ji hilbijartina 14’ê gulanê re amade ne wiha got: “Yên welat ber bi hilweşînê ve dibin, bê edaletiyê kûr dikin ji têkçûna herî mezin a dîrokê re amade bin.”
Serokkomarê AKP’î Erdogan wê îro biryara hilbijartinê aşkere bike.
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku tu hikûmetên HDP ne di nav de nikarin veguherînê pêk bînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn tenê bi Rêya Sêyemîn pêkan e.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji bilî Partiya Îyî, di demên berê de bi hemû partiyên din re hevdîtin kirine û wiha got: “Ji vir û şûnde muxatabê me, namzetê serokkomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet, Kiliçdaroglû ye.”
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wiha got: “Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê. Ma çi elehî de vê de heye?”
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen diyar kir ku di dema pêşwzîkirina pêdiviyên zarokên bûne mexdûrên erdhejê de divê cihêrengiya wan esas bê girtin û wiha got: “Divê pirzimanî hebe. Em ê jiyana nû li tevahiya herêmên erdhejê li gel zarokan ava bikin.”