Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
- polîtîka
- 16:42 10/4/2023
Di vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Enqere û Qersê peyamên ku wê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin hatin dayîn.
Di vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Enqere û Qersê peyamên ku wê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin hatin dayîn.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê di vekirina buroyê ya li gundê Til Elo yê navçeya Sûrê de axivî wiha got: “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesaba hemû êrişan bipirsin.”
Di lîsteyên namzetiyê yên AKP’ê ku rêzên ewil dan wezîran de ji Galîp Ensarîoglû yê ji Roboskê re gotibû “Doproskî”, heta Ayşegul Bîçer a anîn ber deriyê HDP’ê, ji Rumeysa Kadak a gotibû “ez bi torpil im” heta Savci Sayan ê bi çekan poz da cih da gelek navan.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sultan Bayindir diyar kir ku armanca wan ew e ku li Dîlokê 3 wekîlan derxin.
Gelek şexsiyetên di nava gel û baweriyan de xwedî cihekî girîng di nava lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih girtin.
Navên kesên ji Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhate di lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk de cih girtin diyar bûn.
Bajarên ku hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û HDK’ê û hevserokên KCD, DBP û HDP’ê weke namzet lê hatine nîşandan diyar bûn.
Endamê PM’a HDP’ê Mehmet Sabrî Gul da zanîn ku Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên li hemû bajarên herêma Egeyê didomîne û got ku dê di vê hilbijartinê de dengên xwe du qet zêdetir bikin.
Li Edeneyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a buroya Partiya Çepên Kesk vekir, anî ziman ku bi hêzeke mezin wê bikevin Meclisê û faşîzmê têk bibin.
Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê ya Metna Mutebaqata Hilbijartinê aşkere kir, diyar kirin ku ji bo di 14’ê gulanê de qezenç bikin ketine nava liv û tevgerê û wiha gotin: “Gotin xelas, dem dema çalakiyê ye.”
Li Mêrsînê vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li vir axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin."
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li 4 navçeyên Wanê bi coşeke mezin bûroyên hilbijartinê vekir.
Tifaqa Ked û azadiyê dê sibe metna mutabaqata helwest û polîtîk a têkildarî hilbijartinan eşkere bike.
Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku îdiaya wan heye ku rêjeya dengên HDP’ê ya ji sedî 13,2 bikin ji sedî 20 û wiha got: “Em ê bi gel re vê pêvajoyê ava bikin.”
Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombaş da zanîn ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdê Partiya Çep a Kesk bi awayek xurt ji hilbijartinê derkeve.