Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
- polîtîka
- 13:21 03/2/2022
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê bi daxuyaniyekê hevpar bang kirin û gotin: “Hevkariya bi dijminên kurdan re dê bi tu kesî nede qezenckirin.”
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê bi daxuyaniyekê hevpar bang kirin û gotin: “Hevkariya bi dijminên kurdan re dê bi tu kesî nede qezenckirin.”
Erdogan têkildarî biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Osman Kavala axivî û got: “Yên ku rêzê bo biryarên dadgehên me negirin, bila ne li bendê bin ku em jî bo wan rêzê bigirin.”
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy derheqê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê de axivî û got ku Tirkiye hewl dide bi van êrişan, tevgera kurd bikişîne pozîsyona ku dixwaze. Ozsoy got: “DAIŞ kengî têk biçe û tengav bibe, Tirkiye êrişî kurdan dike.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiyê de bal kişand ser astengiyên li ser zimanê kurdî wiha got: “Astengkirina zimanê kurdî, berhema polîtîkaya yekperest a desthilatiyê ye. Divê kurd xwedî li dersa kurdî ya hilbijarî derkevin. Her çiqas kêm jî be, dersa hilbijarî berhema têkoşînê ye.”
Alîkara Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derheqê binçavkirina ciwanên ku bi kurdî strîn û hatine binçavkirin de axivî. Beştaş strana ‘Yara min a bedewe’ striya û got: “Kes nikare kurdî qedexe bike.”
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku divê Ocalan êdî azad bibe û gotinên Erdogan bi bîr xist û ev tişt got: "Rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn."
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku hewceye muxalefet pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bibîne û wiha got: “Yek ji pîvanên sereke ya demokratbûna vî welatî, Îmrali ye. Yê ku Îmraliyê jinedîtî tê, nikare demokrasiyê bîne vî welatî.”
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku dozger bi doza girtinê dixwaze fikriyata HDP’ê bike hedef û got: “Ev fikr û raman wê bi her awayî biherike. Ne mimkikn tu bend û qeyd herikîna vî çemî rawestînin.”
Meclisa HDP’ê encama civîna xwe aşkere kir. Meclîsê di encamnameyê de aşkere kir ku pêwiste Ocalan bi xwe bi axive û axaftina li şûna Ocalan fêdeyê nade kesan. Meclisê da zanîn ku pir girîng e ku Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike.”
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî û bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê. Uca da zanîn ku DAIŞ’ê bi çekên NATO’yê êriş kiriye û ev pirs kir: “Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?”
Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku gotinên Kiliçdaroglu bi wate ne lê belê têr nakin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftinên Erdogan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Gunay got ku hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive.
Hevberdevkê Herêma Marmarayê yê DBP'ê Mûstafa Tekîk, diyar kir ku wê beriya kongreya xwe ya giştî li 3 herêmên Stenbolê bi gel bên gelhev û banga tevlîbûna van hevdîtin kir.
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş civîna bi bangawaziya HDP'ê hat kirin nirxand û destnîşan kir ku vebijêrka sêyemîn bivê nevê ye.
DÎB’ê diyar kir ku hatina gelhev a 8 partiyan a bi banga HDP’ê hêviyê dide û wiha got: “Pêdivî bi Tifaqeqe Demokrasiyê ya ji daxwazên guhertin û veguhertinê yên gel re bibe bersiv heye.”