Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 10:37 15 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL -  Hevserokên HDP’a Stenbolê banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlikê ve kirin û gotin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstî bi azadiya Abdullah Ocalan heye. 
 
Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî fizîkî bê lidarxistin, kirin. 
 
‘DIVÊ ÊDÎ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Hevserokê HEDEP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan ji roja ku bi komployeke navneteweyî anîne Tirkiyeyê û vir ve di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku tecrîda heyî li ser Tirkiyeyê pirsgirêkan kûrtir kiriye. Kalmaz bal kişand ser tecrîda di vê qonaxê de li tevahiya civakê belav bûye û got: “Weke ku tê zanîn dema ku bi birêz Ocalan re diyalog hat destpêkirin, li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dest pê kir û bi destpêkirina wê pêvajoyê re, ew hêvî bi her kesî re çêbûbû ku wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi taybetî pirsgirêka kurd çareser bibin û Tirkiye demokratîk bibe. Lê belê bi dawîbûna wê pêvajoyê û tecrîda mutleq re ku 32 meh in li ser birêz Ocalan re, xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir bûye û pêvajoyek bi polîtîkayên zext û şer ên li ser kurdan hem li hundir û hem jî li derve li dijî kurdan hatiye destpêkirin.” 
 
Kalmaz destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Di vê sedsala duyemîn a girîng deji bo çareserıya hemû pisrgirêkan û ji bo aştî pêk were divê ku birêz Ocalan muxatab bê girtin û azadiya wî pêk were. Ji bo azadiya birêz Ocalan û ji bo rakirina tecrîdê em di 18’ê mehê de Meşa Azadiyê li dar dixin. Ji bo azadiyê beşdariya vê meşê gelek girîng e. Em ê di 19’ê mehê de meşa milê Stenbolê li dar bixin û em her kesî vedixwînin meşê.” 
 
BANGA BEŞDARIYA MEŞA AZADIYÊ
  
Hevseroka HEDEP'a Stenbolê Gonca Yangoz jî destnîşan kir ku armanca ku 32 meh in destûr nadin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, astengkirina têkoşîna gelê kurd e û got: “Rêya bidawîkirina tecrîdê di Îmraliyê re derbas dibe. Meşa Gemlîkê ya milê Stenbolê dê di 19'ê mijdarê de li ser vê bingehê bê lidarxistin. Rêya aştiyê bi rakirina tecrîdê û bixwegihandina Îmraliyê re mimkûn e. Em weke Rêxistina HEDEP'a Stenbolê bang li hemû aştîxwaz û azadîxwazn dikin, em bangli jin, ciwan û kedkaran dikin û wan vedixwînin meşa 19'ê mijdarê û bang li wan dikin ku li dijî tecrîdê bibin bêdeng nemînin.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye