• img

    Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye

    Li Dersimê amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran didomin.

  • img

    Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh

    Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, rapora “Bêkarî û Îstîhdamê" aşkere kir û diyar kir ku di sala 2017'an de hikûmetê seferberiya îstîhdama karkeran aşkere kir, lê hêjmara karkerên betal bêtir zêde bû û ev hêjmar gihişt 6 milyon û 200 hezar kesan. Beko got: "Tirkiye bûye dojeha karkeran a sedsala 21’an."

  • img

    Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî

    Gokhan Oner ê ji Şaredariya Beyoglu hat avêtin, li ber Midûryeta Bajêr a Saziya kar, cuzdana xwe avêt erdê û bertek nîşanî bêhiqûqiyê da.

  • img

    Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin

    Platforma Ked û Demokratiyê li Edeneyê, di çarçoveya amadekariyên 1’ê Gulanê de, banga tevlîbûnê kir û got: “Ji bo em bi kedek mezin wêneyê pêşerojê xêz bikin, werin em beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”

  • img

    Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye

    Aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser niqaşên li ser aboriyê û krîza ku îro di qada aborî de rû dide û wiha got: "Ger ku îro di nava civakê de mirov ji ber pirsgireka aborî xwe bişewitînin, ne tenê ji ber sedemên aborî ne. Di heman demê de sedemên siyasî heye. Hesp nexweş e û êdî nikare bimeşe."

  • img

    ‘Her meh em deyndarê dewletê ne’

    Welatiya bi navê Canan Aslan, diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê her meh ew ji xwarina xwe kêm dikirin û pê heqê fatûreyên malê didin. Aslan diyar kir ku lêçûnên malê ji dahatê zêdetir in û got: “Her meh em deyndarê dewletê ne. Êdî me ji bîr kiriye ka aktîvîteyên civakî çi ne.”

  • img

    Şaxên zeytûnan di dest wan de man

    Abdulcabbar Oral ku li Akhîsarê hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, ji ber hêza kirînê ya gundiyan kêm bûye, şax di dest wî de mane.

  • img

    Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê bê daxwaz bi dawî bû

    Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê, bê daxwazî bi dawî bû.

  • img

    Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir

    Kenan Gungordu yê bi hinceta “Sererastkirina teşeronê” ji Şaredariya Zeytînburnu hat avêtin, ji bo paşve vegere karê xwe, li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û got, “Dê çalakiya wî berdewam bike.”

  • img

    Di meha Çile de bêkarî zêde bû

    Ligel teşwîqên super ên Hikûmetê jî bêkarî zêde bû. Di Kanûna 2017’an de ji sedî 10.4 bêkarî zêdebû û di maha destpêkê ya salê de jî ji sedî 10.8 ev bêkarê zêdetir bû.

  • img

    Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne

    Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas, der barê rewşa aboriya Tirkiye de diyar kir ku di 3 kalên dawî de zêdeyî 70 markayên navneteweyî Tirkiye terk kirine û wiha got: “Her ku dolar û euro buha dibe di sektorên reel de wekî erdhejê çê dibe. Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne. Vê carê dê wekî sala 2001'an alîkarî ji derve neyê."

  • img

    Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin

    Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku îsal ji ber îxracên karmendan, xebatên bê ewle, polîtîkayên şer, kedxwariyê û tundiya li ser karkeran 1'ê Gulana 2018'an gelek girîng e û wiha got: "Em dê îsal 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin."

  • img

    Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne

    Karkerên taşeronî yên li Zanîngeha Egeyê ku li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê vê derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane, di 1’ê Gulanê de mehkûm bikin.

  • img

    Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin

    Karkerên Sûriyeyî yên ku çermê rûyê pêlavan çêdikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Yek ji van karkeran Cûma Hecî Xelîl wiha behsa şert û mercên jiyanê kir: Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide?

  • img

    Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin

    Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.

LÊGERÎN