• img

    Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin

    Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.

  • img

    Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir

    Dengdayîna hilbijartina Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê ji bo rêveberiya xwe ya nû bijêre dest pê kir.

  • img

    TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe

    Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ev yek herî zêde bandorê li ser esnafên biçûk dike. Yek ji esnafên li Taksimê Huseyin Kiliç, bi dikana firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku her TL li hemberî Dolar qîmeta xwe winda dike karê wan xera dibe û got: "Zem li ser zemê zêde dibin.

  • img

    Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin

    2 hezar karkerên Soma yên ji kar hatin derxistin bertek nîşanî dûrxistina kar dan û diyar kirin ku ger mafê wan neyê dayîn ew dê heta dawî li mafê xwe bigerin. Karker Îlyas Bedir anî ziman ku ger peyman pêk neyê dê li mafê xwe bigerin.

  • img

    Bi mirinê re rû bi rû dixebitin

    Li Êlihê karkerên înşaatê yên bê sîgorte di înşaatan de dixebitin, ji ber kabloyên elektîrêkê yên vekirî bi mirinê re rû bi rû ne.

  • img

    Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe

    Her ku diçe şer kûr dibe û ev yek dibe sedemê qirîza aborî û bihabûna dolaran. Krîza aborî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser esnafên bazar û mişteriyan dike. Li Amedê esnafan got ku ji ber bihabûnê nikarin kar bikin û mişterî jî bi ber bihabûnê bi gazinin û sedemê vê yekê jî krîza aborî didin nîşandan.

  • img

    515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man

    Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Wanê diyar kir ku di bin navê “kadrobûna taşeron" de 515 karker piştî mulakatê ji kar hatine avêtin.

  • img

    Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê

    Çalakiya karkerên bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekariyê” ji Zanîngeha Egeyê hatin avêtin berdewam dike. Xwendekarên Zanîngehê û Sendîkaya Tenduristî-Îş bi armanca piştevaniyê, çalakger ziyaret kirin.

  • img

    Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn

    Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de cara duyemîn buhayê mazot zêde bû. Duh jî buhayê mazotê li seranserê Tirkiyeyê 17 kurîş zêde bû. Li gorî daxuyaniya PUIS’ê îro jî 13 kurîş li buhayê mazotê zêde bû.

  • img

    Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe

    Hat derpêşkirin ku Nûnertiya Bem Bîr Sen a Amedê ya girêdayî Memûr Senê, gef li endamên Tum Bel Senê yên di Şaredariya Mezin a Amed de ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin dixebitin de xwarine û gotine eger ji sendîkayê îstifa nekin wê di lîsteya îxrackirinê ya nû de navê wan jî hebe.

  • img

    'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’

    Karkerên taşeronî yên ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’î hatin avêtin ku bi daxwaza “Em karê xwe dixwazin” li ber şaredariyê çalakiya dest bi çalakiyê kiribûn, çalakiya wan didome. Karkeran got: “Em li vira ne û heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin.”

  • img

    'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’

    Koma Beşdarbûna Demokratîk berî hilbijartina lijneya giştî ya ÎTO ya roja Şemiyê, bertek nîşanî medyaya hewzê ya wan dike hedef nîşan da û got: “Di hilbijartina Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk dê nekeve trafoyê.”

  • img

    Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL

    Di rojên dawî de ji ber polîtîkaya îktîdara AKP'ê ya navxweşî û derve û şerê li Rojhilata Navîn Lîrayê Tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Di nava çend rojan de dolar 4 tl derbas kir û niha Yek Dolar gihişt 4.11 TL. Dolar duh 4.13 TL bû îro 4.11 TL ye. Li ser vê yekê zema mazotê jî zêde bû. Bi zema 17 qurişî li Stenbolê buhoyê motorîn ku berê 5.30 - 5.35 TL bû dê bigêje 5.5 TL.

  • img

    Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e

    Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Mahir Kiliç piştî ji kar hat avêtin ji bo dîsa mafê xwe yê kar bistîne 5 mehin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Bijîşkê TÎHV'ê Zeki Gul, diyar kir ku êdî rewşa tenduristiya Kiliç krîtî e xwest bi lez gavên çareseriyê bên avêtin û daxwazên wî bên qebûkirin.

  • img

    Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin

    Qirîza aborî esnafên bazarên taxan jî aniye asta îflasê. Welatî ji ber bihayên zêde bi gazin in. Welatî diyar kirin ku beriya niha fêkî û sebzeyên bi qaseyan dikirîn, lê niha nikarin bi kîloyan jî bistînin û dest vala vedigerin malên xwe.

LÊGERÎN