• img

    Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye

    1 Dolar 4 TL û 1 Euro 5 TL derbas kir. Ji ber zêdebûna qûrên dowîzî, rewşa aboriyê xirabtir dibe û ev yek tesîrê li esnafan dike. Esnafên ku hindik mane ji ber vê rewşê derabeyên xwe deynin, ji bo daxuyaniyên hikûmetê yên “krîz tune ye” gotin “krîz li holê ye”.

  • img

    Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin

    Nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin bi her awayî serî li Walîtiyê dan, lê Walîtiya Stenbolê hemû serlêdanên wan neyînî bersivandine. Karker û kedkaran diyar kirin ku ew dê îsal 1'ê Gulanê li Qada Mitîngê ya Maltepe pîroz bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ani ziman ku evîna wan tu carî neqediya û naqede.

  • img

    Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn

    Meryem Ûzûner, 4 sal berê ji bo debara xwe bike û aboriya xwe bi dest bixe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir. Ûzûner, destnîşan kir ku ew beramberiya keda xwe wernagire û got: “Di vî karî de tenê kirîger qezenc dikin.”

  • img

    255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn

    255 karkerên şaredariya Rizan yên ji kar hatin derxistin, li dijî "Lêpirsîna ewlehiyê" dest bi çalakiyê kirin û xwestin dîsa li karê xwe vegerin. Karkeran li pêş şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

  • img

    Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir

    Dema hikûmetê pakêta teşwîkê aşkere kir pereyên biyanî li hemberî lirayê tirk qîmetê wî zêde bû. Dolar di nava rojê de qîmeta xwe ya li hemberî TL, 1 Dolar 4.07 TL derbas kir. Euro jî qimeta xwe ya li hemberî lîra 1 Euro 5 TL derbas kir.

  • img

    Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt

    Personelê Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Egeyê Îlhan Yaman, diyar kir ku hikûmetê bi “Mizginiya Taşeron" karker ji kar dûrxistine û wiha got: "Ez bi vê pergalê betal mam. Ez û hevsera xwe wekî hev astengdar in û nikarin kar bikin." Yaman piştî ji kar hat avêtin li pêş fakulteyê dest bi çalakiyê kir.

  • img

    Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext

    Bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyê ya Kurevî ya Heskif û Sûrê dê li 20 welatan hemwext çalakî bên lidarxistin. Endamê Têkiliya Navneteweyi yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Ercan Ayboga, diyar kir ku ji hewceza Dîcleyê heta Basrayê nêzî 123 cureyên zindiyan û mîrateyên dirokî di bin gefan de dijîn.

  • img

    Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin

    Dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bûn. Bi Rewşa Awarte re hejmara wan ji sedî 60 zêde bû. Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan, bi lêv kir ku AKP bi bacên ku ji xizanan digire alîgirên xwe dewlemend dike û got: “Divê em şiyar bin, em tên şêlandin.”

  • img

    Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin

    Çotkarên Wanî projeya “300 mihî” ya hikûmet detayê wê ji raya giştî re eşkere nake rasteqîn nabînin û gotin: “Bila dewlet ne mihan, qedexeyên li ser zozanan rabikin. Heya qedexe berdewam bikin, em ne 300 mihan, dê nikaribin 3 mihan jî xwedî bikin."

  • img

    Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn

    Rêxistina HDP’ê ya Stebolê û pêkhatiyên HDK’ê starta 1’ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji Newrozê heya 1’ê Gulanê em ê cardin werin” li Evraza Kazanci dan.

  • img

    Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

    Li Zanîngeha Egeyê, 450’î karkerên di sererast kirina kadrotiyê de bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekeriyê” ji kar hatin avêtin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

  • img

    'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'

    Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam, diyar kir ku ji sala 2010'an heta niha 3 caran vekirina Santrala Nukleerê ya Akkuyu pêk hat û wiha got: "Pirsgirêka finansê ya Akkuyu didome. Dibe ku ev proje neqede. Tirkiye ji sedî 55 xaza xwezayî ji Rûsya temîn dike. Tirkiye dê bi vê projeyê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan.

  • img

    Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin

    Şirketekî Avustralyayê li Amedê kana petrolê ya nû dît.

  • img

    Krîzê li zêrkeran jî xist!

    Qûra dowîz û zêdebûna buhoyên zêran bandor li sektora zêrkeran jî kir. Zêrkeran anî ziman ku di piyaseyan de tirs û panik heye û xwestin demildest Rewşa Awarte bi dawî bibe.

  • img

    ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran

    Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Amedê bertek nîşanî “birêkûpêkkirina taşeron” a ku bû sedema 722 karker ji kar derbixin da û pergala “lêpirsîna ewlehiyê” şermezar kir.

LÊGERÎN