Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
- ekolojî
- 09:17 26/6/2019
Mehmet Çîlsal ku bertek nîşanî RES'ê li Bodrûmê hatine çêkirin dan û got: "Doz hîn jî didome. Em di dozên xwe yên din de bi ser ketin. Em xwezahez şopdarê hemû pêvajoya ne."
Mehmet Çîlsal ku bertek nîşanî RES'ê li Bodrûmê hatine çêkirin dan û got: "Doz hîn jî didome. Em di dozên xwe yên din de bi ser ketin. Em xwezahez şopdarê hemû pêvajoya ne."
Welatiyên xwestin Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike bê tîmarkirin, bang li şaredariyê kirin ku demildest tev bigere.
Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDK'ê Tîmûr Taşdemîr, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne û ji bo vê bang li parêzvanên jiyanê kir.
Endama Komîtaya Çand û Perwerdehiyê ya Parlementoya Ewropayê Jûlîe Ward, destnîşan kir ku divê ji bo parastina Heskîfê he rkes bitêkoşe û got: "Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe."
Her çend bûbe cihê bertekên mezin, Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê dîsa jî bi ya xwe kir û ji bo Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê û navendên depokirina çopan, xebatên xwe yên li ser Hewzeya Ava Asiyê didomîne.
Hewldana Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li dijî hilweşandina li Çemê Dîcleyê pêk tê her kesî vexwendin çalakiya “Avêtina Mezin (Big Jump)” a dê di 14’ê tîrmehê de li Heskîfê pêk were.
Prof. Dr. Selçûk Ertekîn, diyar kir ku mirov xwezayê texrîp dikin û got: “Ev jî, dibe sedem ku pergala xwezayî xera bibe. A rastî pirsgirêka derdorê tune ye, pirsgirêka mirovan heye. Divê hemû kes, sazî û dezgeh erka dikeve ser milê wan bicih bînin.”
Li Heskîfê, pira ji bo barkirina avahiyên dîrokî hat avakirin, pêşiya koçkirina masiyan digire.
Yaylakoy a 450 salî li hemberî şîrketên RES'ê li ber xwe dide. Leyla Arici ku 80 sal in li Yaylakoyê ye, got: "Ancax mala min bi ser min de hilweşînin dikarin min ji vira derxînin."
Komeleya Ekolojî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Endezyarên Çandiniyê û Kooperatifa Pêşxistin û lêkolîna Zanistiya Xwezayê û Kedê ya Jinê, li Navenda Kongreyê Sempozyuma çandiniyê li dar xistin. Di sempozyumê de xwestin li axê xwedî derkevin û biparêzin.
Gola Wanê, her sal qirêjtir dibe. Heta niha ji bo vê meseleyê tu gavên mayînde nehatine avêtin. Şaredarî rojê 8-10 ton çop ji qeraxa golê berhev dike. Ev jî asta qirêjiyê nîşan dide.
Li Dersimê keriyên pezkovî û miyan ku bi hev re diçirin hat dîtin.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Şehîtkamîlê Cûma Yîgît, bal kişand ser şewitandina pirêzeyan û diyar kir ku piştî qesela mayî di wesfa gubre de ye. Yîgît, destnîşan kir ku divê cotkarên agir bi pirêzeyan dixin bên cezakirin û ji bo vê 2 salan destekê nedin wan.
Qadeke 60 kîlometreyî ya Çemê Dîcleyê, ji statuya çemî hatibû derxistin. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, diyar kir ku li vê qadê rê li ber gelek xetereyan hatiye vekirin û xwest careke din statuya çemî li vê qadê bê barkirin.
Li Dêrsimê ku bi nebatan deşt û zozanên xemilîne, şilêr bedewî û xweşikbûneke bêhempa lê bar dikin.