• img

    Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike

    Tevî hemû derhuqûqî û îmzeyên sixte yên derketin holê jî, xebatên ji bo santrala nukleerî ya Akkûyûyê berdewam kirin û niha ber bi dawiyê ve diçe. Berdevkê NKP’ê ya Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen wiha got: “Tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.”

  • img

    Mirina masiyên Dîcleyê zêde dibin

    Her diçe mirina masiyên Çemê Dîcleyê zêde dibin. Parêzvana jiyanê Guner Yanliç, dest nîşan kir ku cureyên masiyên endemik ên di çem de bi tunebûnê re rû bir û ne û tiştên dibin sedema masiyan yeko yeko rêz kirin.

  • img

    ‘Gel bê perwerdekirin dê têkoşîna li dijî HES'an xurtir bibe’

    Berdevka Plaftorma A ya li Antalyayê û derûdora wê têkoşîna li dijî HES'an dide, Hediye Gunduz, aşkera kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî HES'an bi zanekirina gel pêkan e.

  • img

    Li Çiyayê Madrayê gefa siyanurê: Dê 100 salên pêşiyê jehrî bihêle

    Çiyayê Madrayê bi berû û çamên xwe yên reş tê zanîn, aliyê wê yê bakur Çiyayê Şapê heye û di bin gefa fîrmayên siyanurê de ye. Berdevka BURÇEP'ê Hatîce Engîn, aşkera kir ku dê jehreke ku bandora wê 100 salan dewam bike li pişt xwe bihêle.

  • img

    ‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'

    Folkart Yapi ya malbata Ethem Sancak li ber Kulturparka li herêma Basmaneyê ya navçeya Konakê balaxaneyek (gokdelen) ava kir. Endamên Platforma Kulturparkê bertek nîşanê balaxaneyê dan û aşkera kirin ku desthilatdariyê tenê îxanetî Stenbolê nekiriye, îxanetî Îzmîrê jî kiriye.

  • img

    HES Sûlava Bêgirê zuwa dike

    Sûlava Bêgirê yek ji cihê herî girîng ên turîzmê ye. Ji ber HES li ser çem hatine çêkirin, hem berê avê guheriye hem jî avê kêm bûye.

  • img

    Jeotermal dê dar û beran tune bike

    Serokê Komeleya Dildarên Valîdebagê Arîf Belgîn, anî ziman ku wê lêgerînên sondajê yên ji bo jeotermalê li Dehla Valîdebagê bibe sedema mirina bi hezaran dar û bûneweran.

  • img

    Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn

    Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê ku xaka navbera Dîlok-Hatayê dihewîne, 5 sal in hîn nehatiye temamkirin. Şêniyên deştê, darên xwe yên fisteqan û zeytûnan ên ji ber bêaviyê hişk bûne, dikin ardû.

  • img

    Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike

    Piştî Komîsyona Butçe û Planê ya Meclisê mêrg, daristan û zozan ji şirket û sanayiyê re vekir, bertekek tund ji ekolojîstan hat û hat diyarkirin ku dê ev yek bibe sedema talana xwezayê.

  • img

    ‘Em li dijî talanê serî rakin’

    Endamên Parastina Bajêr a Bakirkoyê, ji bo eraziyên Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê ku ji îmarê re hatine vekirin wiha gotin: “Wek welatperwerên vî welatî em li dijî vê talanê serî rakin.”

  • img

    Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin

    Bi dehan ocaxên keviran ên li Çiyayê Amanosê hatine avakirin, her der talan û wêran kirin. Nebatên gîha yên ku li gelek cihan nayên dîtin, bi vekirên kanan keviran re tune dibin.

  • img

    RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin

    Projeya Rêjeya Mordoganê ya aydê Ayen Enerjiyê dixwaze li trîbunên bayê yên li Karabukê yê nû zêde bike, rapora "Erênî ya ÇED'ê" cara duyemîn bi daxwaza dadgehê hat rawestandin. Heta niha li herêmê 115 trîbun hatin çikandin.

  • img

    Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike

    Ji ber sondaja qaçax, avdana zeviyan û kêmasiya baranê di meha Tîrmehê de sedî 50 ava Sûlava Dudenê kêm bû, bi xebata şaredariyê ji miçiqandinê rizgar bû. Bi hatina biharê re pelên ku diweşin, dîmenekî bêhempa dide sûlavê û mêvanên xwe sermest dike.

  • img

    Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!

    15 hezar darên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’ê li Çiyayê Erekê hatibûn danîn, ji bêaviyê hişk bûn. Şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îdia kir ku ji sedî 10’ê daran hişk bûye û wiha got: “Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.”

  • img

    Ocaxên mermeran Komir wêran kir

    Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.

LÊGERÎN