Xwezaya Bestayê talan dikin
- ekolojî
- 10:34 02/1/2018
Li Çiyayê Bestayê berî çend mehan bi hinceta “Ewlekariyê” dest bi jêkirina daran kiribûn û hêj didome. Darên tên birîn, li malên cerdevan û qereqolên leşkarî tên şewitandin.
Li Çiyayê Bestayê berî çend mehan bi hinceta “Ewlekariyê” dest bi jêkirina daran kiribûn û hêj didome. Darên tên birîn, li malên cerdevan û qereqolên leşkarî tên şewitandin.
Piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî, Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci veguhastin Torbaliyê, lêcihê wê yê berê yê li Gazîemîrê talûkeyê dide der. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Huseyîn Kandemîr anî ziman ku li navçeyê bûyerê pençeşêrê zêde xwe didin der û bermayiyên ku divê bên tunekirin, li fabrîkayan tên tunekirin.
Ekolojîst Ertugrul Barka yê li ser talankirina xwezayê lekolîn dike diyar kir ku eger hişmendiya li dijî xwezayê neyê guhertin dê heta 2023'yan karesatên mezin wan peşwazî bike û wiha got: "Sektora çandinî, madenvanî, pîşesazî û înşaetê bi tevahî tune bû. Heke gel ji vê re nebêjin 'raweste' dê sermaye me tune bike."
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Melîh Yalçin anî ziman ku li Îzmîrê ji sedî 99’ên qadên SÎT’ê yên Xwezayî ji çarçoveya Qada Parastina Xwezayî hatine derxistin û ji bo derdorên sermayeyê di hedefa qadên rantê de ne. Yalçin wiha got: “Bi awayekî aşkere û li ber çavan wê îxanetê li Îzmîrê bikin.”
Dildarê Parastina Xwezayê Haydar Çetînkaya, bal kişand madena kromê ya li zozanê Karagozê tê vekirin, aşkera kir ku bi vê projeyê re dixwazin xwezaya herêmê tune bikin.
Li gorî îstatistikên TUÎK'ê yên der barê bermahiyên Ava Qirêj û Santrala Termikê, di sala 2016'an de li Santralên Termikê yên Tirkiye 12 hezar ton bermahiyên talûke belav kirine.
Ekolojîst Ertugrul Barka, têkildarî talankirina ekolojiyê û bandora wê ya li ser avê bal kişand ser qirêjiya baranê û wiha got: "Ji ber talana li ser xwezayê, barana ku dibare jî jehrê dibarîne."
Platforma Parastina Geliyê Locê, li dijî avakirina HES'an li pêş Peykerê Kartal a Beşiktaşê çalakî pêk anî. Endamên Platformê gotin "Hûn dikarin li Cîde destûrê bidin HES'ê, lê em destûr nadin ku hûn li Geliyê Loçê HES'ê çêkin. Em amade ne ji bo Geliyê Loçê can bidin."
Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz bertek nîşanî çêkirina Santrala Hêzê yên Nukleerê ya Akkuyuyê da û aşkera kir ku kesê pêzan li ser înternetê agahî kopî kiriye û li rapora ÇED'ê zêde kirine û da zanîn ku der barê mijarê de tu agahiya wî tune.
Platforma Parastina Hevselê ger li darxist û bal kişand ser Baxçeyên Hevsel û Newala Dîcleyê.
JES'ên li ser zeviyên çandiniyê tên avakirin, cotkarên Aydinê bê zar kirin. Cotkaran diyar kirin ku bi JES'an re qalîte û bereketa berhemên wan daket û wiha gotin: "Em dê di nava vê jahrê de çawa çandiniyê bikin. Ne tehm maye û ne jî bereket."
Li Kolikê leşkeran mudaxeleyî çalakgenêh dijberî çêkirina HES’ê kir.
Tê xwestin ku li ser Çemê Kolikê HES'ê ava bikin. Serokê Federasyona Komeleyên Kolikê Alî Yucel diyar kir ku ev li dijî qanûnê ye û ev tişt got: "Li wezîran geriya ne, li wekîlan geriya ne û çawa bûye em nizanin."
Hikumetê daxuyandibû ku “wê heta sala 2040’î di warê avê de tu pirsgirêk xwe nedin der”. Ekolojîst Erol Çirak got ku ev daxuyanî tenê xeyalî ye. Çirak, anî ziman ku li Tirkiyeyê av heye, lê ji ber qirêjiya ku texrîbata ekolojîk dide der ava vexwarinê tune ye.
Keşîşxaneya St. Sîmon û Ziyaretgeha Al Arabî ku yek ji navendên baweriya Elewiyên Erebane, di bin gefa RES’ên li 5 taxên Hatayê tên çêkirin de ne.