Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan

  • rojane
  • 09:08 8 Hezîran 2022
  • |
ŞIRNEX - Girtî Segvan Yaman, di sala 2016’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdiaya “întîhar” kiriye jiyana we ji dest dabû. Dayika wî Bîjan Paksoy destnîşan kir ku kurê wê her tim bi îşkenceyê re rû bi rû maye, lê li dijî hemû zext û zoriyan jî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye. 
 
Bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re zext û zoriyên li girtîgehan jî zêde dibin. Ji destpêka sala 2022'yan heya niha 18 girtî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) jiyana xwe ji dest dabû. Ji van girtiyên jiyana xwe ji dest dane yek jê jî Segvan Yaman ê 42 salbû. Segvan li Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa L'yê bi îdiaya ku “întîhar” kiriye jiyana we ji dest dabû.
 
Malbata Segvanê ku di sala 1974'an de hatiye dinê di salên 70’ê, 80’ê û 90’î de her tim bi zext û zilma dewletê re rû bi rû maye. Segvanê ku bavê 3 zarokan bû, ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê bûye û ji zarokatî û ciwantiya xwe ve her tim tevlî kar û xebatên partiyê bûye. Li gel hemû zext û astengiyan jî bi salan di nava têkoşîna azadiyê de cih girtiye. Di salên 90'î de ji ber nasnameya xwe ya siyasî gelek caran ji hêla dewletê ve bi îşkenceyê re rû bi rû maye û û ji ber îşkenceyê nexweş ketiye.
 
Herî dawî di Çileya 2016’an de di serdagirtina malê de hatiye binçavkirin û pişt re jî bi îdiaya “endamê rêxistinê" hatiye girtin. Segvan dema ku hatiye girtin ewilî ew şandine Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê û paşê jî ew sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa E'yê kirine. Di dema hewldana darbeyê ya 15’ê Tirmeha 2016’an de di Girtîgeha Rîzeyê de bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Midûrê girtîgehê wê demê li malbata Segvan geriyaye û îdia kiriye ku Segvan “întixar” kiriye.
 
Bîjan Paksoy, dayika Segvan û hevjîna wî Lale Yaman derbarê wî de axivîn.
 
ZILMA DEWLETÊ
 
Dayika Bîjan Paksoy anî ziman ku berê dewletê bi ser malên wan de digirt, zilmê li wan dikir û dihatin binçavkirn. Paksoy destnîşan kir ku di dema serdegirtina malê de lêgerîn dihat kirin û hemû tişt belawela dihatin belabelayî dikirin. Paksoy bi lêv kir ku wê û malbata wê jî nesîb ji vê zilmê girtine û got, ji malbata wê kesên ku zilm û îşkence dîtine yek jî jê kurê wê Segvan e û her car bi îşkenceyê re rû bi rû maye.
 
Dayik Paksoy bi lêv kir ku kurê wê Segvan ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê û rêxistinê bûye û wiha behsa kurê xwe kir: “Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve hemû zarokên taxê kom dikir û wan bi rêxistin dikir. Tu carî astengî nas nedikirin. Ji bo ku hevalên xwe bi rêxistin bike çi ji destên wî bihata dikir. Hemû kes jî baş dizane ku kurê min ji zarotiya xwe ve ji bo vê dozê dixebitî. Her tim li ser mijarên siyasî nirxandin dikir û diaxivî. Ew qas zilm û zext li ser dihat kirin jî tu carî paş de gav nediavêt. Ji zarokatiya xwe heta jiyana xwe ji dest da girêdayî vê dozê û partiyê bû. Me jê re her tim digot tu tiştekî nekî jî dê hikûmet tiştekî bîne serê te. Lê tu carî neditirsiya. Zarokek wêrek bû. Tevlî hemû xebatên partiyê dibû. Tu carî ji xebatan paşve nedima. Zewicandîbû, zarokê wî jî hebûn, lê her tim û her roj di nav xebatên partiyê de bû. Ji ber ew qas rûken bû ji aliyê civakê ve gelek dihat hezkirin.”
 
BI TENA SERÊ XWE DEHAP'Ê VEKIRIYE
 
Paksoy anî ziman ku kurê wê li dijî dibistanên pergala dewletê bûye û ji ber vê yekê qet neçûye dibistanê û wiha domand: “Li gel xwendina wî tune bû jî li Qilebanê bi tevî hevalên xwe di 2003’an de partiya DEHAP’ê vekir. Li gel xwendina wî tune bû jî li Qilebanê xebatên partiyê dikir. Pişt re hikûmetê bi ser malê de girt û kurê min kir binçavan. Jê re gotin ‘te çima partî vekiriye.’ Pişt re kurê min hat girtin û li Amedê 3 mehan girtî ma. Dema ez diçûm hevdîtina wî ji min re digot ‘tu yê bi tirkî neaxivî, bi kurdî biaxivî.’ Di girtîgehên wek Mîdyat, Tokat û Şirnexê de jî hat girtin. Di jiyana xwe de tu carî xweşî nedît. Her tim dihat binçavkirin û girtin. Kurê min gelek caran hat binçavkirin, lê tu rojekî jî dev ji xebatên xwe berneda. Dema ku ji girtîgehê derdiket dîsa xebatên xwe didomand. Karê xwe yê nîvco mayî didomand. Jiyana wî tim di nav têkoşîn û berxwedanê de derbas bû. Kurê min dema hat girtin jî dev jê bernedida. Di girtîgehê de jî tim dixwend. Jiyana wî tim di bin îşkenceyê de derbas bû.”
 
CERDEVANTÎ QBEÛL NEKIRIYE
 
Dayik Paksoy diyar kir ku kurê wê beriya ku jiyana xwe ji dest bide 7 caran hatiye girtin û axivî: “Dema di girtîgeha Şirnexê de bû îşkenceyek mezin lê hatibû kirin. Piştî çend mehan hat berdan. Rojekê leşker hatin gotin bila vê çeka cerdevantiyê wergire. Kurê min girtina çekê qebûl nekir û çeka wan şikand. Ji ber çek bilind nekir kurê min hat girtin û wî şandin girtîgeha Amedê û 3 mehan li wir ma. Kurê min heta ku jiyana xwe ji dest da îşkenceyek mezin lê hat kirin.”
 
Paksoy di dawiya axaftina xwe de got kurê wê di  2016’an de bi destên dewletê hatiye qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê demê li me geriyan û gotin ‘kurê we dawî li jiyana xwe aniye.’ Lê me bawer nedikir. Ji ber ku kurê min ne kesek wisa bû ku dawî li jiyana xwe bîne. Tu carî tawîz nedida. Ji ber vê yekê kurê min di girtîgehê de kuştin. Kesekî ku di bin parastina dewletê de be çawa xwe bikuje. Em bawer nakin ku kurê min xwe kuştibe. Ger ku xwe bikuşta dê xwe di îşkenceya Amed û Şirnexê de bikuşta. Jixwe dema me cenazeyê wî anî jî li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Dewlet derewa dike û em ji wan bawer nakin. Piştî ku em çûn me cenazeyê xwe anî jî tabût nedan me û destûrê nedan em cenazeyê xwe bişon. Dema ku kurê min ê dinê çû cenazeyê birayê xwe werbigire jî leşkeran jê re got ‘bi kurdî neaxive em ê te jî bikujin.’ Pişt re me cenazê wî anî vir, ew şûşt û defin kir. Ev qas dem derbas bû jî mirina wî nehat ronîkirin. Kurê min piştî ku hat qetilkirin jî edalet pêk nehat." 
 
‘EW WEK TERORÎST ÎLAN KIRIN'
 
Lale Segvan hevjîna Segvan jî bi lêv kir ku ew hîn jî bawer nake ku hevjînê wê di girtîgehê de xwe kuştibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewsa xeniqandinê tune bû lis er bedena wî. Girtîgeha Rîzeyê sê caran îfadeya xwe guherand. Cara yekem gotin ‘serê xwe kiriye navbera hesinên qawişê.’ Cara duyem gotin ‘bi gomlek xwe xeniqandiye.’ Cara sêyem jî gotin ‘bi şerît xwe xeniqandiye.’ Wan hevjînê min kuşt. Hevjînê min berî jiyana xwe ji dest bide bi hefteyekê ji bo name ji hevalên xwe re bişîne navnîşana wan ji min xwest. Di girtîgehê de jî bû, lê gelek kêfxweş bû. Dema ku me cenazeyê wî anî jî polîsan digot ew ‘terorîst e.’ Li ser bedena wî şopa derziyê hebû.”
 
BANGAWAZÎ
 
Paksoy bal kişand ser girtiyên ku di girtîgehan de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtî heta îro jiyana xwe ji dest dan û ji hemûyan re jî gotin întîxar kirine. Ji girtîgehan heta niha gelek cenaze derketin û hemû jî bi guman in. Ji bo hevjînê min jî gotin întîxar kiriye. Lê em bawer nakin ku girtiyên îro jiyana xwe ji dest didin întîxar kiribin. Her carê bi kêfî ceza didan hevjînê min û di dawiyê de ew kuştin. Hem me digirin û hem jî me dikujin. Bila hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve.”
 

Sernavên din

08/06/2022
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn