NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 17 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê piştî biryara valakirina bajarê Xezayê avahiyên pirqatî bombebaran kiriye. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi rêya X’ê ragihand: "Hemasê li nêzî jîngehan tesîseke bin erdê ava kiriye. Ji wir planên terorîstî li dijî hêzên artêşa parastinê dikirin."
Li gorî AFP’ê ku agahî ji şahidan wergirtiye, avahiya hatiye hedefgirtin, burca Sûsî ye û hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê beriya bombebarankirinê banga valakirina burcê kiriyû.
Balafirên Îsraîlê duh jî burca Muştehî ya bilind a li rojavayê bajarê Xezayê ku ji sedan avahiyan pêk tê, bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di êrişên ji berbanga vê sibehê yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 17 kes hatine kuştin.
Medyaya Filistîn da zanîn ku ji kuştiyan, 3 kes li nêzî navenda Tîna ya belavkirina alîkariyan a li başûrê rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê bûne. Her wiha hat ragihandin ku di bombebarana balafirên artêşa Îsraîlê a li dijî xaniyekî de zarokek keç jî di nav de 5 kes li derdora sûka kampa Şatai ya rojavayê bajarê Xezayê hatine kuştin.