‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
- jin
- 14:05 02/4/2021
Piştevaniya Şîşlî Erfalê bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê û veguhestina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê da û got ew dev ji Peymanê jî û ji Etfalê jî bernadin.
Piştevaniya Şîşlî Erfalê bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê û veguhestina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê da û got ew dev ji Peymanê jî û ji Etfalê jî bernadin.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha adarê aşkera kir û li gorî raporê 28 jin hatin kuştin. Mirina 19 jinan jî bi guman e.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê Zeyno Bayramoglû ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn got: "Heger ji deh payên vê pêkanînê payek tenê ji bo mêrên tahdeyê dikin bikirina, îro nikaribûne dest bidana mûyek porê jinekê jî."
Cezayê li bersûcê Emîne Bûlût Fadaî Varan hatibû birîn, ji aliyê Îstînafê ve hat erêkirin. Parêzerên malbata Bûlût wê dosyeyê bişînin Dadgeha Bilind.
Mamosteya ku diyar kir midurê dibistanê tacîzî wê kiriye, bi giliya midur bû bersûc. Dozger ji mamoste re ceza xwest.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê feskirina Peymana Stenbolê de, serî li Şûreya Dewletê da.
Fatma Altinmakas, piştî tecawizî wê hatibû kirin, zilamê pê re zewicandîbû ew kuştibû. Parêzerê Altinmakasê Mîr Bedirhan Ayaz, diyar kir ku lêpirsîn baş nehatiye kirin û dê giliyên kesên ji bo cinayetê "biryarên hevpar" girtine bikin.
Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo şermezarkirina biryara derbarê Peymana Stenbolê de meşek li dar xistibûn. Ji ber vê meşê li 6 endamên platformê cezayê pereyî hat birîn. Jinan diyar kir ku cezayê hatiye birîn tahdeyeke aborî ye û dê tim li kuçeyan bin û bitêkoşin.
Kelemçeya elektronîk ku di çaçroveya qanûna jimare 6284'an de pêk tê, di demên dawî de veguheriye amûreke cezakirinê li hemberî jinên û muxalifan. Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, pêkanîna ku wekî pêkanîneke "texilandin û jêvegerandinê" hat ragihandin, niha veguheriye amûreke tahdeyê.
Parêzer Hatîce Demîr, diyar kir ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê di warê hiqûqî de bêhikm e û got: "Çi bê serê jinan, berpirsiyar ev biryarname û serokkomar e."
Li gorî rapora Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ya “Li gorî biryarên dadgehê lêkolînên nifaqê” ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne.
Malbata Guner Çagraş a ji aliyê Mehmet Çagraş ve hatibû qetilkirin, bertek nîşanî betalkirina cezayê muebetê yê li bersûc hatibû birin da û xwest hemû berpirsiyarên cînayeta keça wan bên cezakirin û girtin. Malbatê, ji bo edaletê bang kir.
Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di 5'ê Nîsanê de bi bernameya "Xizaniya Jinan" dakeve qadan. Her wiha dê ji bo Peymana Stenbolê jî "Meşên jinan" li dar bixe.
Di cînayeta Fatma Altinmakas de Sînan Altinmakas ku dest dirêjî Altınmakas kiribû weke “bersûc” hat guhdarkirin, sûcdariya destdirêjiyê ya li xwe red kir û da zanîn ku cînayeta ji aliyê kekê wî ve pêk hatiye bi “fermana mezinên malbatê” çêbûye.
Dadgehê cezayê heta hetayê yê hefsê li Can Yilmaz ê hevjîna xwe Gullu Yilmaz bi şewitandinê kuştibû birî.