• img

    ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”

    • jin
    • 14:40 26/3/2021

    Fikriye Ozbek ku li dijî hevjînê xwe Hakan Ozbek ku tundiya sistematik lê kiribû parastina rewa kiribû û bûbû sedema mirina wî, di danişînê de serboriya xwe vegot û parêzera wê jî ev pirs ji heyeta dadgehê kir: “Heke Fikriye zilam bûna jî we yê dîsa bi vî rengî ceza bixwesta.”

  • img

    ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'

    • jin
    • 09:01 26/3/2021

    Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, anî ziman ku dewlet ji têkoşîna jinan ditirse û got: "Di navbera tevgera azadiyê ya jinan de û dewleta mêr de şer û pevçûneke mezin heye. Kesên ku ji ber vî şerî peymanê ji holê rakirin, dixwazin profîleke 'jina maqûl' çêbikin."

  • img

    Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye

    • jin
    • 16:21 25/3/2021

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de got: "Ji Peymana Stenbolê deshilatdariya AKP-MHP'ê vekişiya, jin venekişiyan e."

  • img

    Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar

    • jin
    • 16:10 25/3/2021

    Jinên êlihî, ji bo piştgiriyê bidin Emîne û Ferît Şenyarşar hatin Edliya Rihayê. Jinan, diyar kirin ku heya malbata Şenyaşar bê berdan ewê li qada çalakiyê nobetê bigirin.

  • img

    340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin

    • jin
    • 14:03 25/3/2021

    Platforma EŞÎK’ê derbarê Peymana Stenbolê de, ji bo Konseya Ewropayê nameyek bang nivîsand û wiha got: “Em dixwazin qanûnîkirina danezana derbarê peymanê de û bandorên wê yên di warê hiqûqa navneteweyî de bên lêkolînkirin.”

  • img

    Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim

    • jin
    • 12:14 25/3/2021

    Rahîme Aslan a ji aliyê hevjînê xwe ve 8 sal in tundiya sistematik lê tê kirin xwest ku Peymana Stenbolê bê pêkanîn û wiha got: “Ez naxwazim bimirim, dixwazim keça xwe mezin bikim.”

  • img

    Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike

    • jin
    • 09:55 25/3/2021

    Jinên KESK’î, diyar kirin ku bi biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê, tune hesibandina jinane û gotin: “Ev biryar tenê jinan eleqeder nake, di heman demê de zilaman jî eleqeder dike. Kesên li dijî vê biryarê dengê xwe dernexin, alîgirin.”

  • img

    'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'

    • jin
    • 09:09 25/3/2021

    Jinên îzmîrî ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê li qada ne gotin: "Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan biparêzin."

  • img

    Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê

    • jin
    • 13:38 24/3/2021

    Fîgen Yuksekdag, derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê ev peyam da: “Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”

  • img

    Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!

    • jin
    • 11:47 24/3/2021

    Wezîr Zehra Zumrût, têkildarî rexneyên derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Sedemên tundiyê yên mîna alqol, hişbir û gelek tiştên din hene. Lê dema ku em tenê li ser gotarek nîqaş bikin wê demê em ê sedemên rasteqîn ên tundiyê neaxivin.”

  • img

    ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’

    • jin
    • 09:00 24/3/2021

    Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîd, qirkirina jinan, taciz û tecawizê, azadî qîr kirin û anî ziman ku ji bo jiyana xwe teslîmî hişmendiya zilam nekin wê qêrîna xwe bidomînin.

  • img

    ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’

    • jin
    • 09:00 24/3/2021

    Seroka Duyemîn a ÇHD’ê Parêzer Umît Buyukdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê ji bo jê sûd werbigire aloziyê derdixe û biryarên dûrî aqilan digire û got: “Hewl dide vê jî li ser jinan, kurdan û muxalîfan bike.”

  • img

    Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin

    • jin
    • 09:00 24/3/2021

    Sê jinên kedkar ên li dijî îstîhdama jinan a li Rihayê her ku diçe kêm dibe têdikoşin, bi vekirina kargehekê, dixwazin li bajêr îstîhdama jinan zêde bikin. Ji van sê jinan Şehrîban Korkmaz, diyar kir ku divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin.

  • img

    Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin

    • jin
    • 15:17 23/3/2021

    Danişina doza kuştina Gullu Yilmaz li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger xwest kujer Can Yilmaz ê Gullu şewitand û kuşt heta dawiya emrê xwe bê cezakirin.

  • img

    TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye

    • jin
    • 14:42 23/3/2021

    TÎHV'ê têkildarî vekişandina Peymana Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku dewletê bi veşikîna vê peymanê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye.

LÊGERÎN