TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
- jin
- 11:46 06/7/2021
Jinên li TTB’ê û odeyên bijîşkan dixebitin wê di rojên 8’ê Adarê de êdî bi destûr bin.
Jinên li TTB’ê û odeyên bijîşkan dixebitin wê di rojên 8’ê Adarê de êdî bi destûr bin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” li navçeya Herekeyê bi jinan re hat gelhev û wiha got: “Tu sozên ku ev desthilat ji me re bide nema. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”
Li gorî daneyên ku her meh Jinnews berhev dike, di meha hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Parêzer Yelda Koçak, anî ziman ku devjêberdana ji Peymana Stenbolê, pêşî li ber devjêberdana ji peymanên navneteweyî yên din jî vekiriye û got: "Bi awayekî bêusûl devjêberdana ji peymanê, bes ne rojev û têkoşîna tevgera jinê ye. Ev pirsgirêkeke rejîmê ye."
Jinên ku li Taksîmê li hev kom bûn û careke din destnîşan kirin ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin, ji Serokkomar re jî gotin: "Tayyipp te ev kuçeyên biçirûsk bijartin!"
Li Hezexê jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakiyek li dar xist û gotin: "Em ê heta dawiyê li qadan bin."
Li gorî rapora KCDP’ê di meha hezîranê de 18 jin hatin kuştin û 20 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji xizaniya jinan re na" hevdîtina xwe ya Herêma Marmarayê da destpêkirin. Şandeya HDP'ê bi Platforma Jinan a Bursayê re hat gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan di hevdîtinê de axivî û got: "Îqtidara AKP'ê gûmanbarê her sûcê ku li hemberî jin û zarokan tê kirinê ye."
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin.
Li Taksîma ku dengê berxwedanê deng vedida, jinan ne Biryarnameya Serokkomariyê ne jî barîkatên polîsan nas kirin. 1’ê Tîrmehê ne weke dîroka ku Peymana Stenbolê hatiye rakirin, weke dîroka berxwedan û hêrsê, derbasî qeydan bû.
Jinan ku barîkat derbas kirin û xwe gihandina Karakoyê, rê li çûnhatinê girtin. Jinan got: "Me çawa barîkatên li van kuçeyan derbas kir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin."
Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, barîkatên polîsan derbas kirin û li Kolana Îstiklalê meşiyan. Di rageşiya rû da de, jinan dest danîn ser mertal û kaskên polîsan.
Komeleya Jinê ya Starê, metna îmzeyê ya derbarê fesixkirin û betalkirina Peymana Stenbolê de ku di 22'yê Hezîranê de tevî rêxistinên jinan ên herêmê amade kiribû, daxuyand. 129 saziyên rêxistina sivîl ên herêmê îmze danîn bin metnê.
Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, tevî hemû mudaxileyên polîsan jî ber bi Komeleya Îstiklalê ve meşiyan. Jinan nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina Peymana Stenbolê anîn ziman û bertek nîşan dan.
Li Îzmîrê jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan. Polîsan mudaxileyî jinan kir. Jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bersiv dan polîsan.