JIN TV dest bi nûçeyên zindî dike
- jin
- 12:38 14/1/2019
JIN TV, ji îro û pêve dest bi bultenên nûçeyan ên bi Kurdî, Erebî û Tirkî yên zindî dike.
JIN TV, ji îro û pêve dest bi bultenên nûçeyan ên bi Kurdî, Erebî û Tirkî yên zindî dike.
Alîgira Serokatiya Federasyona Komeleyên Kangalê Hacer Elçîn, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye û got: "Weke jineke elewî û tirk tecrîd pirsgirêka min e jî. Loma ji dil û can piştgiriyê didim çalakiya Leyla Guvenê."
Konferansa Jinan a HDK'ê ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya grevê ya li girtîgehan kir rojeva xwe, dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina vekirinê kir û wiha got: "Faşizm dixwaze hemû Tirkiye bifetisîne. Li ser navê mirovahî, aştî, demokrasî û edaletê tiştek nehiştiye. Tariya mutlaq li ser mirovan ferz dike. Di pêvajoyek wisa de Guven şemala azadî û aştiyê pêxist. Şemala Guven dê rêya jinan ronî bike.
Weqfa Jinan a Navneteweyî, Hevserokê KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya 65 rojin li dijî tecrîdê di çalakilya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye hêjayî "Xelata Rûmetê" dît.
Li Mûsilê di goreke komî de, cenazeyê 38 jinan hat dîtin.
Pispora Perwerdehiyê ya Sendîkaya Dev-Turîzmê Saniye Evren, anî ziman ku jin li hemberî krîzê bi mînakên afirîner têdikoşin û got: "Bi qasî me ji hevalên xwe bihîstiye, jin pir zû perwerdehiya tuwaletê dane zarokên xwe. Çimkî nikarin di ber pereyê potikên wan re derkevin. Ji bo mesref zêde çênebin mirov dê û bavên xwe digirin cem xwe."
Rojnamevanên jin bilêv kirin ku li Tirkiyeyê fealiyetên rojnamevaniyê wekî sûc tên hesibandin û gotin: "Li Tirkiyeyê rojnamevanî veguherandine tetikêşî, tekparêzî û bîadê. Ev rewş li dijî etîka rojnamevaniyê ye. Ji ber vê li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin."
Jinên herêma Egeyê diyar kirin ku Leyla Guven ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û xwest bi awayekî yekgirtî tev bigerin. Jinan, destnîşan kir ku dê tekoşîn rêveçûna pêvajoyê diyar bike.
Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku bi zanebûn sê siyasetmedarên jinên Kurd ê li Parîsê hedef girtin û got: “Sakîne Cansiz yek ji kesên herî bi bandor ên min di jiyana xwe nas kiribû. Bi axaftinê pirsgirêk çareser dikirin. Ji bo Fîdan Dogan jî tim tiştên xweşik tên bîra min.”
Siyasetmedarnên jinên Kurd ên li Sîlopî û Parîsê hatin kuştin, li Îzmîrê hatin bibîranîn. Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay di biranînê de axivî û got: “Em îro şopdarên hêz û têkoşîna jinan a li du xwe hiştine ne.”
Jin duh ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihiştin hev û di roja duyemîn de hevdîtina wan bi dawî bû. Jin bi dirûşmeya “Hevditina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin.
Jin ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihiştin hev. Jin bi dirûşmeya “Hevditina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin. Jinan di civînê de diyar kirin ku dê heta dawi têbikoşin û peyama “Em serî natewînin! Em di malê de xwe hepis nakin! Em dest ji jiyana xwe bernadin!" dan.
Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, diyar kir ku dê di 5-6'ê Çile de li Stenbolê hevdîtina jinên Tirkiye pêk bînin û wiha got: "Jin dê bi vê hevdîtinê li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî jinan bi yêkîtî û yekbûnek xurttir rawestin û bibin bersîv."
Felek Akan ku di dikana xwe de nanê tenûrê çêdike û pê debara xwe dike got: "Divê jin li ser piya bisekinin, muhtacî kesî nebin."
Jinan li Amedê, bi tevlêbûna sedan jin û şahiyekê Navenda Jinê ya Rosayê vekir. Jinan di vekirina Komeleya Rosa de 52'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven slav kir.