Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
- rojane
- 14:42 02/3
Meclisa Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku çekan bêdeng bike û gavên şênber biavêje.
Meclisa Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku çekan bêdeng bike û gavên şênber biavêje.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir ku daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê ji bo hemû hêzên wan derbasdar e.
Seroka Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku weke karsazan ew ê her cureyên erk û berpirsyartiyan li xwe bigirin.
Hunermendan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin: “Ev pêvajoya nû erka guherîn û veguherînê herî zêde dixe ser milê rewşenbîr û hunermendan.”
Tevî ku PKK’ê agirbest ragihandiye jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Dewleta tirk, Çiyayê Linkî yê li navçeya Amediyeyê bi helîkopteran bombebaran kir.
Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter têk birine û di pevçûnan de 2 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya bal kişand ser pirsgirêka randevuyê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û got: “Welatî bi mehan nikarin randevûyê bigirin û ji ber vê yekê gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.”
Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku sedema hemû alozî û şerên li cîhanê pergala mêrê serdest e û wiha got: “Banga dîrokî ya di erefeya 8’ê Adarê de gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de dê jin pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.”
Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê Ceren Kokoglû diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan “qonaxeke nû ye” û wiha got: “Ji bo pirsgirêka bi rêyên demokratîk were çareserkirin, banga Ocalan firsendeke girîng e.”
Danişîna doza parêzvanê walî O.Y. ku li Şirnexê destdirêjî li zarokek a 15 salî kiribû dê sibe were lidarxistin. Parêzer Emîne Ozdemîr ji bo tevlibûna danişînê bang kir û got: “Bersûc tê parastin. Divê em tevek xwedî li vê dozê derkevin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê ya partiya xwe de axivî û got: “Bang hate kirin. Divê êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Meclis jî bi roleke mezin re rû bi rû ye. Yek ji muxatabên vê bangê jî Meclis e.”
Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ku di têkoşîna azadiyê de 2 birayên xwe winda kir, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Niha dora dewletê ye.”
Ayla Akat Ata ya diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe şensek daye civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Pêvajo dike ku hemû pêkhate bi awayekî kolektîf tevbigerin.”
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku banga Abdullah Ocalan formula çareseriyê ye û got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne. Banga dîrokî, destpêka perspektîfa têkoşîneke nû ye.”
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hewceye ji bo ‘Mafê hêviyê’ di qanûnan de guhertin bên kirin.”