Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
- polîtîka
- 09:05 23/6/2021
Serok û hevserokên partiyên siyasî yên muxalîf, bertek nîşanî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin dan. Serok û hevserokan destnîşan kir ku hewldana girtinê têkoşîna hevpar a Tirkiye û gelê kurd hedef girtiye û gotin: "A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye."