Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
- polîtîka
- 17:58 21/8/2020
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê tiştekê nade gel, di serî de Îmralî tevahiya welat di tecrîdê de ye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê tiştekê nade gel, di serî de Îmralî tevahiya welat di tecrîdê de ye.
Çavdêrê Siyasî Nebez Xalid, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên siyasî, eskerî û aborî ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike got: "Divê gel li benda desthilatê nemîne û li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bike."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Bazîdê bi lêxistina dahol-zirnê û gerandina guvendê hat pêşwazîkirin. Bûldan li vê derê bi axaftinek kurt kir û got: “Kes nikare keyfa me xirab bike. Ev gel her tim li ser piyaye.”
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku êdî îqtîdar ne muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Heta niha tu partî nebûne muxatabên çareseriyê. Yên ku dixwazin mizgîniyê bidin em rê nîşanî wan bidin. Çareserî rawestandina şer, talankirinê ye. Êdî dest ji tayînkirina qeyûman berdin."
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo gotina “ez ê mizgînî bidim” a Erdogan got: “Mizgîniya herî mezin ku tu bidî ew jî wê çûyîna te be.”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê dewletê destdirêjî wek “rêbazek şer” a taybet tê birêvebirin.
MYK’a HDP’ê derbarê 4’emîn salvegera komkujiya Dîlokê de daxuyaniyeke nivîskî da û kesên komkujiyê pêk anîn, hêzên pişt komkujiyê, feraseta piştgirî daye komujiyê, li gel bi dehan îstixbaratê kesên komujiyê asteng nekirin û çavê xwe jê re girtin, nelet kir.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, têkildarî bernameya HDP'ê diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Kurd negêjin mafên xwe yên demokratîk û zagonî; tu pirsgirêkên din çareser nabin û bi vê nerinê dest bi xebatek wisa kirine. Temel, destnîşan kir ku di bingeha qeyrana aborî, ekolojî û civakî de şer heye û li dijî gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Temel, destnîşan kir ku pergala tecrîdê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û xwest hemû hêzên demokrasiyê li dijî şer û tecrîdê bibin yek.
Hevseroken Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê meha meha Meheremê de peyama “Di şexsê têkoşîna bi rûmet a neviyên rêzdar Huseyîn ku serê xwe ji zalim re netewand, Kerbela bûye remza berxwedanê ya gelê mezlûm” weşandin.
Serokwkîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di salvegera tayînkirina qeyûman a cara duyemîn de diyar kir ku pergala qeyûman têk çûye. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî destnîşan kir ku xelsaiya dinyayê di demokrasiyê herêmî de ye.
Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de hat diyarkirin ku desthliata AKP-MHP'ê bi şer û dagirkeriyê hewl dide li ser piyan bimîne. HDP'ê destnîşan kir, çareseriya Pirsgirêka Kurd bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.
Serokwekîlên Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Meral Daniş Beştaş, daxwaz kirin ku cînayetên karkeran ên di pêvajoya pandemiyê de zêde bûne û şertên xebatê yên karkeran bên lêkolînkirin.
Rêxistina HDP'ê têkildarî salvegera erdheja 17'ê Tebaxê ya Marmarayê peyayek parve kir û got: “Sedema hilweşîna 17'ê Tebaxê bê berpirsiyarî û rant bû. Mixabin 21 sal borîn hêj hişmendiya rantê li ser kar e û welat bi rêve dibe."
Meclîsa HDP'ê dibin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de, bi awayekê onlîne civiya. Di civînê de, amadekariyên asta sêyemîn ên Bernameya Têkoşîna Demokratîk hatin nîqaşkirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya.