AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
- polîtîka
- 12:44 04/5/2018
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo namzetiya serokomariya Tayyip Erdogan serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dan.
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo namzetiya serokomariya Tayyip Erdogan serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dan.
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku ew dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya parlamenteriyê û Serokomariyê de, dê piştgiriyê bidin HDP’ê
Alîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand û got: “Hêzên demokratîk divê performansek bilind nîşan bidin. Em dikarin bi cihêrengî û piranîparêziyê polîtîkayên tekparêz ên Erdogan têk bibin.”
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû, diyar kir ku tekane alternatîfa ji bo rûxandina pergala heyî HDP ye û got: “HDP û şerê ku HDP temsil dike hêviya vî welatî ye. Ev hêvî carekê mezin bû, şîn bû. Em ê pêşerojê ava bikin.”
AKP'ê bi îmzeya 316 wekîlan ji bo namzetiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryara komê girtin.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, îtîfaqa di navbera CHP, Partiya ÎYÎ, DP û SP'ê de nirxand û diyar kir ku îtîfaq dişibe erebeya ku balansa rota wê xera bûye her dem dikişîne milê rastê.
Endamê Dîwana KCD’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku der barê hilbijartina zordest de du stratejiyên wan hene û got: “Em ê tevî hemû pêkahteyên li Kurdistanê û gelên Tirkiye bi awayekî hevpar li dijî faşîzmê tev digerin riyeke hevpar bibînin.”
Li Amedê 5 partî û tevgerên Kurdîstanî li hev kirin û ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser 15 xalan “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” damezrandin. Saziyan ragihand ku kîjan partî van xal ango prensîbên wan qebûl bike dê bi wan re tifaqê ava bikin.
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser îtifaqên ku hatine avakirin û amadekariyên hilbijartinê û wiha got: “Me berê gotibû ger ku îtîfaqa jinê û îtîfaqa kedkar û karkeran hebe îtîfaqa cumhur li ber wan ne tiştek e û wiha got: "Niha em bi du tifaqên rastgir re êdî dikevin pêşbirgê. Ew bila biçin wî alî HDP bê vî alî. Bila deng ji bo HDP’ê bin."
Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk bal kişand ser girîngiya tifaqa kurdan a hilbijartinê û got: “Pêwîste kurd, di sindoqan de bersiv bidin ên ku hebûna kurdan qebûl nakin.”
Serokê Giştî yê Partiya Saadet Temel Karamollaoglu bû namzetê serokomariyê yê partiya xwe.
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ali Aslan, armanca Hilbijartina Zordest a di 24'e Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî hilbijartinê nirxand. Aslan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê dixwaze bi vê hilbijartinê ser krîza aborî veşêre û rê li pêş meclîsa pir dengî û pir rengi bigire.
Parlamenterên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Ziya Pir, li Îzmirê tev li xebatên 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê û Hilbijartina Zordest ya di 24'ê Hezîranê de pêk bê bûn.
Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sazaî Temellî û parlamenterên HDP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Şirnex ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî diyar kir ku îktidarê xwest wan bê amade bigirin, lê ew ne niha 40 salin amade ne û got: "Yên Şirnex û Sîlopî xera kirin û mirov kuştin bê şerm tên dengan dixwazin. Lê Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî û Îzmir Îzmîrî dê bi rêve bibin."
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Edeneyê di taştê de bi gel re hat cem hev û got: "Serkeftin dê ya me gelan be."