• img

    Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin

    Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku bi cezakirina Îdrîs Baluken re “pêvajoya çareseriyê” hatiye cezakirin û got: “Me carek din ji pêşbîniya birêz Ocalan re şahidiyê kir. Rastiya wan pêşbîniya îro derdikevin pêşiya me.”

  • img

    Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin

    Nûnerên partiyên siyasî, li dijî cezakirina wekilên HDP'ê û dûrxistina şaredarên CHP'î bertekên xwe anîn ziman û xwestin hemû rêxistinên demokratîk bînin cem hev û têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin.

  • img

    DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin

    Meclisa DBP'ê di 3'yê Çileyê de civîn pêk anî û encamên danezanê parve kir û diyar kir ku pirsgirêkên di 2017'an de çareser nebûne, dewrî sala 2018'an bûne û ev tişt got: "Hikumeta AKP'ê qasî ku Tirkiyeyê bi qanûn û darazê bi rêve nebe, tev li sûc bûye. Bi zext û tundiyê polîtîkaya xwe li ser her kesî ferz dike."

  • img

    HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî

    Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDP'ê der barê cezayên li siyasetmedarên kurd birîn de got: "Daraza alîgirê desthilatdariyê di 2 rojan de ceza li ser ceza birî. Careke din hiqûq xiztin xizmeta berjewendiyên siyasî."

  • img

    ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'

    Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, der barê rageşiya di navbera Gul-Erdogan a serê salê de dest pê kir wiha got: "Erdogan Gul wekî rabîkê xwe dibîne. Ji ber ku rakîbê ku Erdogan herî hêsan wî têk bibe Abdullah Gul e."

  • img

    Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyamek şand û diyar kir ku ew ê di kongreya 11'ê Sibatê de nebe bernamzetê hevserokatiya giştî. Demîrtaş ji hemû hevrêyên xwe re serkeftin xwest û got "Em ê teqes bi ser kevin."

  • img

    Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bertek nîşanî 16 sal û 8 meh cezayê li Îdrîs Baluken hatiye birîn da û got: "Ev qetilkirina hiqûqê ye. Dê edalet bi HDP'ê bê ser vê axê."

  • img

    Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike

    Nûnerê Hewlerê yê HDP’ê Abît Îke, diyar kir ku pirsgirêkên niha li herêmê derdikevin holê koka wan heye û wiha got: "Gel êdî vê pergalê qebûl nake û dadikevin kolanan. Xuya dike ku dê di nava Îran, Iraq û DYA'yê de şerekî mezin dest pê bike.

  • img

    Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in

    Serhildanên gel ên Îranê hefteyek derbas kir. Serhildanê ku li qadekê dest pê kir li hemû Welatê Îranê belav dibe. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ev şerê nan û azadiyê ye û wiha got: "Di raperîn û serhildanên li Îranê de hêz û pêşengiya jinê ya di guhertinê de gelek zêde ye."

  • img

    Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê

    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, daxuyaniyên Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî li gorî ola îslamê dikarin bizewicin" bir Meclîsê.

  • img

    Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin

    Pisporê Rojhilata Navîn ê Îranî Arîf Keskîn diyar kir ku eleqeya çalakiyên li Îranê ne bi aborî û ne jî bi bêkariyê re heye û got: “Gel guhertinek bingehîn a rejîmê dixwaze. Heke mirov bêje ev ‘DYA û Îsraîl dike’ ne rast e. Bi vê gotinê dixwazin daxwazên gel binixûmînin."

  • img

    HDP li Amedê dikeve kampê

    HDP bi beşdariya hemû wekîlan li Amedê dikeve kampê. Danişîna doza Îdrîs Baluken a bi dîroka kampê re rûqalî hev dibe, HDP hewl dide hemû wekîlên xwe tev li danişîna dozê bike.

  • img

    Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene

    Seroka Giştî ya Partiya Îyî (ÎP) Meral Akşener, diyar kir ku ew dibihîzin li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene.

  • img

    Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ji ber axaftinek wî doza tazmînatê lê hatibû vekirin dê 15 hezar TL tazmînatê bide Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan.

  • img

    Xelas bû û xelas nebû

    Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, di ziyareta Navenda Koordînasyona Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) de got: “Înşallah em dê di sala 2018'an de mijara terorê li Tirkiye bikin rojeva herî kêm û daxînin sînorê jêr." Vê daxuyaniya Yildirim gotina Wezîr Soylu a 'Em dê PKK’ê di mijdarê de xelas bikin" anî bîra mirovan.

LÊGERÎN