• img

    Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin

    Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku hewldana êrîşeke li dijî Efrînê dê li wir sînor nemîne, şer li tevahiya sînor belav bike û xwest Tirkiye ji Kobanê dersê derxe.

  • img

    Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in

    Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku êrîşek pêkan a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê amadekariya darbeyê ye û got: “Li Sûriyeyê derde Erdogan ne Amerîkaye. Derdê Erdogan kurd û destekftiyên kurdan in.”

  • img

    Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne

    Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya parlamenteriya wê hat xistin, diyar kir ku di vê dema ku pirsgirêkên civakî kûr bûne, kedkar, jin û bawerî HDP'ê wekî hêvî dibînin.

  • img

    Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer

    Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), bi serokatiya Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li hev dicive. Li bendê ye ku di civîna MGK’ê de OHAL 3 mehên din jî bê dirêjkirin û biryarên amadekariyên destwerdana li dijî Efrînê bê dayîn.

  • img

    Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, helwesta hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrinê rexne kir û xwest dest ji hewldanên şer berde. Kemalbay, diyar kir ku Şerê Sûriye ber bi dawî ve diçe û maseyên çareseriyê tên avakirin, lê Tirkiye şerê heyî sor dike û wiha got: "Di vê pêvajoya hewldanên çareseriyê pêş dikevin de hewldanên hikûmeta Tirkiye ya sorkirina şer nayê qebûlkirin."

  • img

    HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin

    HDP'ê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê daxuyanî da û destnîşan kir ku gefên Serokê Giştî yên AKP’ê Erdogan ên li dijî Efrînê nayên qebûl kirin.

  • img

    HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da

    Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser "plana çong şikandinê" û aşkera kir ku mafê jiyanê, azadiya reman û rêxistinkirinê, mafên makeqanûnî binpê kirine, divê bi berfirehî ev plan bê lêkolînkirin.

  • img

    Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, da zanîn ku armanca wan a sala 2018'an serkeftin e û wiha axivî: "Em ji sala 2018'an bi hêvî ne. Gelên li Tikriyeyê jiyaneke nû heq dikin. Ji bo hemû nasname û baweriyan bi azadî bijîn, pêwîstiya gelên li Tirkiyeyê bi HDP'ê heye."

  • img

    Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş, dê di 17'ê çile roja çarşemê li Edliyeya Enqereyê beşdarî danişîna dozê bibe.

  • img

    HDP çiye û çawa derket holê?

    Bi nêzbûna kongreyê re nîqaşên der barê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî zêde dibin. Roja ku hat avakirin heta niha, êrîş û rexneyên li dijî HDP'ê kêm nebûn. Lê divê bê zanîn ku HDP'ê li ser kevneşopiya têkoşîna 40 salan a siyaseta kurd derket holê.

  • img

    ‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’

    Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîtîg diyar kir ku her saziya ku tecrîda li Îmraliyê neke rojev xwe, dê rojeva Tirkiyeyê jî nîqaş nake û ev tişt got: "Tecrîda li Îmrlaiyê di kongreya HDP'ê de lanet kirin, di heman demê de helwesta li dijî eniya 'mutabaqata neteweyî' ye."

  • img

    ‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'

    Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku betalkirina wekîltiya Leyla Zana mijarek dîrokiye û wiha axivî: “Biryara ji bo Zana hat dayîn, tê wateya ku siyaseta AKP’ê îflas kiriye û rûpoşa demokratîkbûyîna AKP’ê ket xwarê.

  • img

    Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin

    Girseya li ser banga KESK'ê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dicivin, dirûşma "Ne OHAL demokrasî" berz dike.

  • img

    Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser bê tehmûliya li hemberî Efrînê û ev wekî "bê mêjîbûnê" pênase kir, ji bo HDP'ê jî got ku hêza heyî ji hêza 7'ê Hezîranê jî derbas kiriye.

  • img

    Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay ku beşdarî konferansa amadekariyên kongre bû, li dijî rexne û polîtîkayên êrîşkar ên li ser partiya xwe got “Dê daxwaza wan di qirika wan de bimîne. Em partiya gelan in. Em ê li vî welatê baxçeya gelan bi hevre bijîn.”

LÊGERÎN