• img

    Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin

    HDP, beriya 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî bi tevlêbûna Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Endamên MYK'ê Konferansa herêmê pêk anî. Yildirim, diyar kir ku kesê di nava xebatên HDP’ê de cih bigire nasnameya wî ya nijadi nayê niqaşkirin. Yildirim destnîşan kir ku niqaşkirina nasnameya nijadî li dijî felsefeya avakirina HDP’ê ye û wiha got: "HDP li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin.

  • img

    Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e

    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, têkildarî kongreya HDP’ê û niqaşên “kurd û tirk" de diyar kir ku tu niqaşên bi vî rengî tune ye û wiha got: "Meseleya esasî kî dê karibe xizmetek herî baş bike. Kî dê karibe ji bo projeyan bêtir têbikoşe, heye."

  • img

    HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin

    Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran got ku ew biryara li parlamenterê wan Abdullah Zeydan hatiye birîn nas nakin.

  • img

    Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan

    Bajarên Sûriyeyê yên di şerê demdirêj de bi erdê ve kirin yek, Çîn ket dewrê û dê herêmên di destê rejîmê de ji nû ve ava bike. Bi dehan şirketên Çînê, ji bo bajaran ji nû ve ava bikin, li derûdora Şamê herêmên sanayiyê ava kirin.

  • img

    Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn

    Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî aşkera kir ku ew ê di serdema nû de nebe bernamzetê hevserokatiyê, hin nîqaşan dest pê kir, Demîrtaş bersiv da van nîqaşan û ev tişt got: "Kesî ez tasfiye nekirime. Min bi xwe biryar da. Kesên ku bixwazin HDP'ê dizayn bikin di çeperê de rawstiya ne, dê bi ser nekevin." Demîrtaş, ji bo kongreyê jî xwest ku kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn.

  • img

    Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê

    Li Wanê HDP'iyan ji bo kongreya ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê bê lidarxistin zend û bend badan. HDP'î hewl didin ku bi girseyeke hezar kesî tev li kongreyê bibin û wiha gotin: "Em ê bi ruhê 7'ê Hezîranê tev li kongreyê bibin. Arena têra me nake."

  • img

    AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin

    Berdevkê AKP’ê Mahîr Unal daxuyand ku bi MHP’ê re ji bo tifaqa hilbijartinê komîsyonek hevpar a ji sisê sisê kesan pêk bê ava bikin.

  • img

    'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'

    Parlementera Partiya Çepgir a Alman (Die Linke) Cansu Ozdemir, got ku hikûmeta tirk cesaretê ji têkiliyên di navbera Almanya û hikûmetên Tirkiyeyê de werdigire. Ozdemîr Serokomar Erdogan jî tawanbar kir û got: "Dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li welatên Ewropayê jî bisepîne."

  • img

    Afîşên bi kurdî birin meclisê

    Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk, afîşên ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser otobusan rakirin bir meclisê û bi pêşnûme pirsekê ev ji Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu pirsî.

  • img

    Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû

    Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di civîna koma HDP’ê de axivî û li ser kuştina 3 jinên siyasetmedar ên li Parîsê sekini û got: “Xwedî gravî li aliyêkî ‘Bila dayik negirîn’ destê aştiyê dirêj kirin, bi destê din jî rê nîşanî tetikkêşan dan. Ev komkujî li dijî daxwaza aştiyê ye.”

  • img

    HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku rojeva wan a sereke OHAL e û wiha got: "Divê hemû mexdurên OHAL'ê bibin yek. Goristana Xerzanê ji bo mafên mirovan rewşa şermê ye.

  • img

    Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku nêviyê welat veguheriye girtîgeha nîvvekirî û nêviyê din jî veguheriye tîmarxaneyê û ew di şert mercên Rewşa Awarte de ber bi kongreyê ve diçin. Bîlgen wiha got: "Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be."

  • img

    Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand

    Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna ku li Amedê çê kir û du rojan domand daxuyand. Di danezanê de hat diyarkirin ku amadekariyên Kongreya Mezin ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin dest pê kirine. Hat destnîşankirin ku ku dê kongre ji bo hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakiyî bibe cih û firsenda piştevanî, hevparî û berxwedanê.

  • img

    Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin

    Wekîlê HDP’ê Osman Baydemîr di konferansa partiya xwe ya li Bursayê axivî û got: “Heta ku hevşaredarên kurd di girtîgehan de bin, ewlehiya şaredarên Çanakkale û Îzmîrê tune ye. Hêj dor nehatiye we xwedî li demokrasiyê derkevin.”

  • img

    Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di axaftina Konferansa Herêmê ya partiya xwe de diyar kir ku ew ê bi moralekî mezin biçin kongreyê û wiha got: "Li dijî hemû polîtikayên şer û hemû zextan em dibêjin hêvî di destên me de ye û em ê têkoşîna xwe mezin dikin."

LÊGERÎN