NAVENDA NÛÇEYAN-Li Wargeha Mexmûrê çalakvanên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobedê de ne, diyar kirin ku peyema Abdullah Ocalan girîng e û gotin: "Pêvajoya aştiyê ji ya şer talûketir e. Ji ber wê divê her kes hessas tevbigere û tevlî vê pêvajoya ku serokatî daye destpêkirin bibe."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, di bin tecrîdeke giran de ye. Abdullah Ocalan ku nêzî 4 salan tu agahî jê nedihatin girtin, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kiribû ku tecrîda heyî didome. Piştî van geşedanan, Wezareta Dadê destûr da ku şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina duyemîn de jî anî ziman ku xurtkirina biratiya Kurd-Tirkan berpirsyartiyeke dîrokî ye û bang li partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê nekevin pey hesabên teng û demkî,Abdullah Ocalan bi lêv kiribû ku dem dema demokrasiyê û biratiya gelane.
Nobeda li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Çalakvanên ku tevlî nobedê bûne têkîldarî peyama Abdullah Ocalan de axivîn.
'HER KES DIVÊ TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE'
Ji welatiyan Sadik Heştanî diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan ji aşitiyeke mayin de re perspektife û wiha axivî: "Mirov ji bo birêz Abdullah Ocalan çi bike kêm e. Ev çalakiyên bi vî rengî dewletê jî nêçar dike ku hevdîtinê bi serokatî re bikin. Ev pêvajoya ku em niha tê de ne, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ji ber wê jî divê ku gelê kurd li her derê dengê xwe bilind bike û hem xwedî li serokatî û hem jî xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Tecrîda ku hê niha jî didome di şexsê serokatî de li ser gelê kurd tê meşandin. Her kurdek vê tecrîtê li ser xwe qebûl dike. Ji ber wê jî her kurdek li ku derê be yê ku li dijî vê tecrîtê acize û çareseriyê dixwaze divê ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Hevdîtina bi serokatî re ji bo me mizgîniyeke xêrê bû. Ev hevdîtin hevdîtineke cih de bû.Di vê pêvajoyê de hevdîtineke bi vî rengî pir baş bû. Lêbelê divê ku em nebêjin,' hevdîtin çêbû em bisekînîn' gotina dawî ya serokatî ye. Îro li Rojhilatanavîn xetimandinek heye. Em wê baweriyê de ne ku di hevdîtinê de perspektîfa ku serokatî daye û ev nêrînên wî dê rêya aşitiyê veke. Divê çar perçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin serokatî û vê pêvajoyê bigihîjin encamê. Banga me ew e ku herkes ji bo ku tevlî vê pêvajoyê bibe gavên mezintir biavêje."
'HÊVÎ DIKIN BIBE SEDEMÊ AŞITIYÊ'
Ji çalakvanan Xanê Hilalî jî destnîşanî hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin kir û got ku êdî dem dema dawî li anîna zilm û bindestiyê ye û got: "Em gelek keyfxweş in ku ev hevdîtine çêbû. Çimkî ev demeke dirêj bû ku me tu agahî ji serokê xwe nedigirt. Weke ku miroveke tirbê derketiye em wisa bûne. Daxwaza me ew e ku dewletên dinyayê hemû destên xwe bidin hevdû. Ev hevdîtina ku bi serokatî re pêk hatî hêvî dikin ku bibe sedemê aşitiyê, demokrasî û azadiyê. Em aşitiyê û mirovahiyê dixwazin. Em dixwazin ku serokê me bê berdan. Ev 26 sal in girtîgehê de ye, ma heta kengî dê girtîgehê de be? Em azadiya fizîkî ya serokê xw dixwazin. Hebûn û tunebûna me serokê me ye. Em ê her tim bi serokê xwe re bin. Kî destê xwe ji aşitiyê re direj bike em ê bi wan re bin. Serokê me îro ji bo tevahiya cîhanê li berxwe dide û aşitiyê dixwaze. Ji bo xîzanan, ji bo bindestan, ji bo mazluman aşitiyê dixwaze. Heta ku em serokê xwe fizîkî di nav xwe de nebînîn em ê di nav çalakiyê de bin. Serokatî di nava wan çar diwaran de ye, sankî em di nav wan çar diwaran de ne. Em ê çalakiya xwe pêş bixin û bernedin. Heta ku rih canê me de be em ê çalakiya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya serokatî bidomînîn. Bila bizanin ku kurd hene serokê me heye û hebûn tunebûna me ye. Sekna me ye, dilê me ye û mejiyê me ye. Wî em ji tariyê derxistin anîn ronahiyê. Dem dema azadiya serokê. Dem dema avakirina aşitiyê ye. Ji zilm, zordarî êdî bese. "
'FIKIR Û RAMANÊ SEROK APO TECRÎDÊ ŞIKAND'
Xanê Hilalî, bal kişand li ser bandora tecrîtê ya li ser gel û civakê û got: "Ev tecrîd li ser tevahiya gelê mazlume. Îro ev tecrîd bandorê li ser herkesî dike. Ev tecrîd li dijî exleq û wijdanê ye. Vê tecrîtê li tevahiya cîhanê deng vedaye ku bêhiqûqi ye. Ji Ewrupa û heta çar perçeyên Kurdistanê herkes li ser piyane. Îro tecrîd li Rojhilatanavîn li ser hemû gelên mazlume. Li ku miroveke bindest hebe tecrît li ser wî ye jî. Tecrît bandorê li herkesî dike. Tecrîtd di aliyê jiyanî de, aliyê exleqî de bandorê li ser her kesî dike. Fikir û ramanê Rêber Apo ev tecrîd şikandiye. Rêbertî di fikir û raman de ne di tecrîtê de ye. Wî tecrît şikandiye û tune kiriye. 4 salan pê re hevdîtin nehate kirin. Di bin tecrîdeke evqasî giran de kî bûya niha xwe wenda kiriba. Ew îradeya wî ya ji pola li dijî vê polîtîkayê sekinî û ev tecrîd têk bir."
'PÊVAJOYA AŞITIYÊ JI YA ŞER TALÛKTIRE'
Ji çalakvanan Şiyar Erkendî jî, anî ziman ku peyama ku ji Îmraliyê hatiye ew weke ferman qebûl dikin û got ku erka her welatpareziyekiye ku ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibe bersiv tebikoşe û ev tişt got: "Hevdîtina ku bi rêbertî re hatiye kirin ji bo me gelek girînge. Dema ku piştî hevdîtinê hate ragihandin ku moralê wî pir xweş bû em pir keyfxweş bûn.Ji keyfan xew nekete çavê min. Divê ku em di vê pêvajoyê de pir baldar bin. Çi bibe çi nebe hê nediyare. Lê baweriya me bi rêberê me heye û wê çareser bike. Serokatî gotiye,' ez ji her tiştekî re amade me' ji ber wê jî heta dawiyê baweriya me bi wî heye. Dema ku em medyaya şerê taybet dinêrîn herkes li gorî xwe şîrove dike. Hin nijadperest şîroveyên cuda dikin. Lêbelê em bawerin û dê serokê me vê jî derbas bike. Ev pêvajoya ku rêbertî daye pêşiya me em ê li gorî wê bimeşin. Lêbelê divê ku em gelek û gelek hişyar bin. Di hêla ewlehiyê de, jiyanî de em divê ku hişyar bin. Ev der Rojhilatanavîne û mirov nizane ku dê kengî çêbibe. Lêbelê ev xalên ku serokatî diyar kirine pir girîng in. Çimkî pêvajoya aşitiyê ji ya şer talûketire. Ji ber wê divê ku herkes hessas tevbigere. Heta ku bi temamî deriyê Îmraliyê venebe çareserî çênabe. Heta ku azadiya fizîkî ya serokatî pêk neyê çareser nabe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê ku ew derî vebe. Ev hevdîtina ku hatiye kirin jî ne wan bi daxwaza xwe kir ji ber wê çêbû, berxwedana gelê kurd bû sedem ku hevdîtin pêk bê."