25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
- polîtîka
- 09:48 21/10/2020
Derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 20 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê hatin kirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de 5 fezleke hatin amadekirin.
Derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 20 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê hatin kirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de 5 fezleke hatin amadekirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê ji ber zext û êrîşan, dest ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin.”
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê projeya veguherîna bajarvaniyê birin rojeva Meclîsê û diyar kirin ku proje bêyî agahiya welatiyan hatiye birêvebirin û projeyê ji Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsîn.
Serokê Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Mêrdînê Mesût Aydogan li ser pirsgirêka kurd got: “Heta ku li Tirkiyê kêşeya kurd û kêşeya demokrasiyê neyê çareserkirin, ne mimkin e kêşeyên din werin çareserkirin.”
Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku îqtîdarê dest bi hembêza argûmanên “dewlet, al û millet” kiriye û xwedî derketina partiya herî zêde bi zextan re rûbirû dimîne tê maneya xwedî derketina demokrasiya welat.
Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera 8'emîn a HDP'ê bû û coş hat pîrozkirin. Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got: "Em wek HDP'ê 8 salî ne lê belê li pişt me sedsal hene. HDP ne 8 salî, HDP 8 hezar salî ye. Em bernadin vê meydanê."
MYK’a HDP’ê, ji bo ku bernameya xwe ya xeta siyaseta dema nû diyar bike, li Stenbolê civiya.
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên li hemberî HDP'ê têkoşîn û bloka dij faşîst mezin bikin û wiha got: "Yên dixwazin ji HDP’ê rantê bi dest bixin û ranta dixwazin nabînin êrîşên li dijî HDP’ê zêde dikin û dixwazin HDP'ê kriminalize bikin. Eger hûn dixwazin îlla têkiliya me û cihekî çêkin, em bêjin têkiliya me ya herî mezin bi gelê me re ye."
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bi minasebeta 8'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bal kişand ser xebat û armanca têkoşîna HDP'ê û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî, edalet û avakirina welatekî ku her kes bi hevre bijî dê bidome.
Îqtîdar dibêje hilbijartina pêşwext ne di rojeva wan de ye. Lê belê partiyên siyasî diyar kirin ku divê hilbijartina pêşwext çêbibe û gotin, îqtidar êdî nikare welêt bi rêve bibe.
Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, ji bo 26 fezlekeyên nû yên der barê parlementerên HDP'ê de hatine amadekirin de anî ziman ku xebatên siyasî, bi gel re parvekirina bernameya partiyê û rexnekirin sûc hatine hesibandin.
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyaloga di navbera Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû nirxand û got: “Ann li tevahiya Ewropayê berdevka hîsiyatek giştî ye. Helwesta Tirkiyê li Ewropayê êdî wek êdî sebir namey tê nirxandin.”
Bi daxwaza destnedayîna 6 parlamenteran were rakirin, 10 fezlekeyên hatin amadekirin pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Her cûre rêbabaza êrişan li dijî me xistin dewrê û xwestin me tune bikin lê xwe xapandin û bi ser neketin. Meşa me berdewam dike.”
Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker jî di nav de ji CHP’ê heyetek çû serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê.