• img

    Akil: Em ê aboriya xwe ya navxweyî ava bikin

    • jin
    • 10:36 27/10/2017

    Denîz Akil piştî hat îxrackirin, bi jinan re hatin gel hev û atolyeya xwarinê ava kirin. Akil aşkera kir ku bi îxracan jinan re wan di malan de hepis dikin. Akil da zaîn ku pitî atolyeyê dê kooperatîfê ava bikin û wiha got: "Em ê têkiliya bi marketan re daxin asta herî jêr û aboriya xwe ya navxweyî ava bikin."

  • img

    180 roj in di çalakiyê de ye: Ez ê paşve gavan neavêjim

    • jin
    • 09:36 27/10/2017

    Endezyar Alev Şahîn a bi KHK'ê hat îxrackirin, 180 roj in di çalakiyê de ye û dixwaze vegere karê xwe. Şahîn a ji ber di çalakiyê de ye rastî êrîşan tê got ku "Em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar gavan paşve neavêjin."

  • img

    Jin ji doza 8'ê Adarê beraet bûn

    • jin
    • 14:34 26/10/2017

    Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Ayşegul Kocaaslan û Ozlem Gunduz ên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de pankart vekiribûn, doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê der barê wan de biryara beratê da.

  • img

    Onur: Li dijî qanûna miftîtiyan ‘xeta îxbarê’ divê

    • jin
    • 09:34 26/10/2017

    Parlementera CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur, pêşnûmaya qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan nirxand û wiha got: “Qanûna miftîtiyê dê pir xerab têxin meriyetê. Em ê bibînin. Divê li hemberî vê jin ‘xeta îxbarê’ çê bikin.”

  • img

    Bi hatina payîzê re dest bi teşiyê kirin

    • jin
    • 09:18 25/10/2017

    Li gundê Xumar ê navçeya Şaxê, jin bi hatina payîzê re dest bi teşiyê dikin û heta dawiya zivistanê bi bêhna fireh xalîçe, balgî, gore, heybe, çente û hwd. dirêsin.

  • img

    Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin

    • jin
    • 09:12 25/10/2017

    Dayika 45 salî Besta Samî, yekane esmafa jin a Miksê ye, reçela gûzan a li malê çêdike li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî xwe amade dike li navenda Wanê berhemên xwe bifroşe salonên taştê, piştgiriya herî zêde jî jin didin wê. Besta Samî (45) li navçeya Miksê ya Wanê dijî, reçel û gelek xwarinên din ên li malê çê dike, li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî li navçeyê yekane esnafa jin e, piştgiriya herî mezin jî ji jinan gigire. Samî dayika 9 zarokan e, reçel û gelek xwarinên li malê çê dike, xwe amade dike bifiroşe salonên taştê yên li navenda Wanê.

  • img

    Jinên êzidî li nav dilê DAIŞ’ê al çikandin

    • jin
    • 10:50 24/10/2017

    Jinên êzidî bersiv dan pêkanînên DAIŞ’ê yên li dijî jinên êzidî û hêza jinên êzidî YJŞ’ê li nav dilê DAIŞ’ê li nîveka Reqayê ala xwe çikand.

  • img

    'Ger xweza hebe jiyan jî heye'

    • jin
    • 09:27 24/10/2017

    Hurriyet Karadenîz ku di mala xwe ya ekolojîk de bi rêbaza teqasê debarê dike, diyar kir ku jiyana kolektîf pêkan e û wiha got: "Heke xweza hebe, jiyan heye, tenê em tune nekin, tenê bila çavê me birçî nebe. Her gava ku xweza tune dibe, mirovahî jî tune dibe."

  • img

    Ji ber êrîşa zayendî hêj bi ser xwe de nehatiye

    • jin
    • 09:10 23/10/2017

    Jina ji Ozbekistanê F.E., li cihê ku dixebitî bi hewldana êrîşa zayendî ya D.O. re rû bi rû ma. F.E. aşkera kir ku wê hêj bûyer ji ser xwe neavîtiye, lê ji ber ku kesî piştgirî nedaye wê bi gazinc e. Parêzer Elîfgul Yalçin jî da zanîn ku ew bawer dike ku dê D.O. ceza bigire.

  • img

    Jin: Em dê li diyariya Reqqa xwedî derekvin

    • jin
    • 11:49 22/10/2017

    Piştî QSD'ê Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kir, Endamên YPJ’ê di bin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew Reqqa diyarî Jinên Cîhanê û Ocalan dikin. Jinên Îzmirî diyar kirin ku ew dê li vê serkeftina ku diyarî wan hatiye kirin xwedî derkevin.

  • img

    Ev cih warê piştevaniyê ye

    • jin
    • 09:33 22/10/2017

    Li Datçayê, li “Cihê Hunera Kuçeyê ya Destan” ku ji aliyê jinan ve hat çêkirin û ji 18 dezgehan pêk tê, jin tiştên ku bi destan çê dikin difiroşin. Li vî cihî bi her awayî piştevanî heye.

  • img

    TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve

    • jin
    • 18:13 21/10/2017

    TJA, li Wanê panela "Em dê kuştina jinan rawestînin, jiyanê azad bikin" pêk anîn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku kengî deriyê Îmraliyê tê vekirin bêhna gel derdikeve.

  • img

    Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!

    • jin
    • 10:51 21/10/2017

    Selma Asiye ya ku bi çêkirina rîçalên xwezayî debara mala xwe dike, bi nivîsên li ser dezgeha xwe nivîsandîn peyamên civakî dide.

  • img

    Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert

    • jin
    • 09:27 21/10/2017

    Jina bi navê Kiymet Tektaş ji hevjînê xwe yê heşîş dikişand veqetiya, li Sûrê dezgehê zebze û fêkiyan vekir û pê debara xwe dike. Tektaş da zanîn ku wê nêrîna li dijî jinê bi têkoşînê şikandiye û wiha got: "Tiştên civak dispêre me hin hatin guhertin."

  • img

    Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir

    • jin
    • 09:24 21/10/2017

    Li navçeya Pîranê ya Amedê Vuyriye Tekîn li parkek şaredariyê bufek vekiribû û nane sêlê çêdikir. Lê bufeya Tekîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Tekîn got ku piştî qeyûm dikana wê girtiye li gel keça xwe cihek nû vekiriye û gav paş de neavêtiye.

LÊGERÎN